28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komkara Erebî civîna yekemîn a têkildarî Sûriyeyê meha bê li dar dixe’

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser hewldanên Komkara Erebî yên lidarxistina civîna yekemîn a der barê Sûriyeyê de, bertekên sûriyeyiyên li herêmên di bin kontrola dewleta tirk de, yên li hemberî polîtîkayên tirkkirinê

Rojnameya El Îxbar a Lubnanê bi sernavê “Komkara Erebî amadekariya lidarxistina hevdîtina yekemîn a siyasî ya komîteya têkildarî Sûriyeyê dike” nûçeyek weşand.

Di nûçeyê de tê gotin Komkara Erebî amadekariya lidarxistina hevdîtina yekemîn a siyasî ya komîteya taybet a Sûriyeyê dike. Her wiha hate destnîşankirin ku ev civîn di navîna meha bê de were lidarxistin.

Li gorî rojnameyê “Ev civîn vê wateyê dide ku nêzîkatiyên Komkara Erebî yên der barê Sûriyeyê de êdî ji çarçoveya siyasî derbasî çarçoveya pratîkê bûye û tevlêbûna bi awayekî zêdetir di rêgeha çareseriya siyasî de nîşan dide, nemaze ku asta nakokiyên siyasî û meydanî yên Rûsya-Amerîkayê li Sûriyeyê zêde bûne û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hêzeke zêdetir şandiye vî welatî, hewl dide “Rêgeha Astanayê” ya Rûsyayê asteng bike.”

‘Xekê babê li hemberî tikkirinê rabû’

Rojnameya El Wetan a nêzî hikumeta Şamê jî di nivîsekê de cih da bertekên li hemberî polîtîkayên tirkkirinê.

Rojnameyê bi sernavê “Xelkê Babê li hemberî tirkkirinê rabûne û navê dibistana ku Tirkiyeyê guhertibû, vegerand” nûçeyek weşand.

Di nûçeyê de tê diyarkirin ku şêniyên bajarê Babê yê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye destserkirin, li hemberî hêzên tirk û komên wê sekinîn. Di nûçeyê de wiha tê gotin:”Şêniyan navê dibistanekê ku dagirkeran navê “qatilekî tirk” lê kiribû, betal kir û navê dibistanê vegerand wekî berê”.