10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger ji ber parvekirina nûçeyekê binçav kirin

Hat zanîn ku rojnamevan Delal Akyuz bi hinceta ku nûçeya tayînkirina dozger û hevjîna wî ya endama şandeya dadgehê ku îdianameya 18 rojnamevanan amade kiribûn û darizandin, belav kiriye hatiye binçavkirin

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Delal Akyuz li Îzmîrê di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin, vê sibehê ji aliyê polîsan ve di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin. Hat zanîn ku Akyuz bi hinceta ku nûçeyek retweet kiriye hatiye binçavkirin û hat îdiakirin ku Akyuz bi vê parvekirina Twitterê “kesên li dijî têkoşîna bi terorê re cih digirin kiriye hedef.”

Ev parvekirin ango tiwîta Akyuz çiye? Li Amedê dozgerê bi navê Mehmet Karababan îdianameya 18 rojnamegerên kurd amade kiribû. Hevjîna Karababan, Seda Karababan jî dadgerek ku endama şandeya dadgehê bû ku li doza 18 rojnamevanan dinêhirî ye. Cihê wezîfeya dozger û hevjîna wî ya dadger hatibû guhertin û derbarê vê de nûçe hatibûn çêkirin. Ji ber ku Delal Akyuz vê nûçeyê retwet kiriye, hatiye binçavkirin.

Tê texmînkirin ku edîtorra T24’ê Sîbel Yukler û nûçegihanê MA’yê Firat Can Arslan jî bi heman hincetê hatine binçavkirin.