27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Merîwanê mayîn bi kesên ku mudaxileyî şewatê kirin ve teqiya

Li bajarê Merîwanê agir bi daristanan ket. 7 aktîvîstên kurd ku ji bo mudaxeleya şewatê çûn herêmê, mayîn bi wan ve teqiya û bi giranî birîndar bûn

Li bajarê Merîwanê yê rojhilatê Kurdistanê agir bi daristanan ketiye. 7 aktîvîstên kurd ku çûn herêma şewatê hewl dan mudaxileyî şewatê bikin. Mayîn bi aktîvîstan ve teqiya û bi giranî birîndar bûn. Tê gotin ku Muhafizên Şoreşê agir berdane daristanan û şewat berdewam dike. Barzan Piruzi, Madeh Nikpey, Burhan Makki, Aram Keyvan, Sivan Nikpey û du kesên navê wan nehat hînbûn, ji bo mudaxileyî şewata li herêma Kaniya Mîran bikin mayîn bi wan ve teqiya û bi giranî birîndar bûn. Birîndaran rakirin nexweşxaneyên li Merîwanê.