28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şivan birin oprasyonê û zozan hatin qedexekirin

Li Çiyayê Sipêrêzê yê Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin, leşkeran çûna bêrîvanan a zozanan asteng kir û şivanekî bi darê zorê birin herêma operasyonê

Li gorî nûçeyeke ajansa Mezopotamyayê hin deverên gundên Tiloran’a Jêr, Tiloran’a Jor, Pagê, Mitirban, Meşkan, Mûşan, Kendalok û Wargenima yên bi ser navçeya Gevera Colemêrgê ve duh operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Bi sedan leşker, wesayîtên zirxî û helikopter sewqî zozanên Tajdîn, Sipêrêz, Omerê Dağı, Pagê û Topizava hatin kirin.

Hat diyarkirin ku duh li Çiyayê Sipêrêzê dengên çekan dihat û gelek cerdevan jî sewqî herêmê hatine kirin.

Zozan li bêrîvanan qedexe kirin

Hat ragihandin ku bêrîvanên li gundê Tiloran xwestin biçin zozanan pezê xwe bidoşin lê leşkeran wan asteng kiriye. Leşkeran li ser bêrîvanan lêgerîn pêk aniye  û kontrola nasnameya wan kirine û xwestine bêrîvan çîtikên li ser çavê xwe rakin. Leşkeran ji bêrîvanan re gotiye ku heta fermanek duyemîn çûna zozanan qedexe ye.

Agahî ji şivanan nayê girtin

Hat zanîn ku şivanek ku leşkeran li gel xwe biriye herêma operasyonê agahî jê nayê girtin. Şivanê bi navê Şiyar Demîr jî li herêmê bi tenê maye û leşkeran destûr nedaye ku kes biçe hawara şivanan.

Leşkeran li şivanan da

Gundiyên ku xwestin bi hawara şivanan de biçin gotin ku leşkeran li şivanan daye. Her wiha hat zanîn ku pezê şivanan li derdorê belav bûye û leşker nahêlin gundî biçin pezê xwe berhev bikin.

Kemçeyan birin herêmê

Li aliyê din hat zanîn ku gelek kemçe îro birine herêma operasyonê û ji bo qedexeya li herêma operasyonê hê jî daxuyanî ango biryarek fermî nehatiye ragihandin.