19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlementerên HDP’ê: Em ê li dijî tecrîda li her derê bin

Parlementerên HDP’ê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê di Nobeta Edaletê de ne, diyar kirin ku wê têkoşîna wan a li dijî tecrîdê li her derê bidome.

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta ku parêzer û malbat bikaribin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 21 meh in tu agahî jê nayên girtin re hevdîtinan bikin, xwestin li ber Wezareta Dadê çalakî li dar bixin.

Parlamenterên HDP’ê Erdal Aydemîr, Ayşe Surucu, Îmam Taşçier, Huseyîn Kaçmaz, Hasan Ozguneş, Abdullah Koç, Mahmût Togrûl, Nusrettîn Maçîn, Fatma Kurtulan, Mûrat Sarisaç, Kemal Bulbul û Celadet Gaydali li ber Deriyê Dîkmen ê Meclisê daxuyanî dan.

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nusrettîn Maçîn, diyar kir ku li Îmraliyê hiqûq tune tê hesibandin û got: “Du sal in AKP-MHP li Îmraliyê konsepta şer xistiye dewrê û agahî ji birêz Ocalan û girtiyên li cem wî nayê stendin. Maf û azadiya mirovan tune tê hesibandin. Hiqûq li Îmraliyê hatiye qetilkirin. Ev konsepta şer bandorek neyînî li ser hemû beşên civakê dike. Zext zêde dibin. Tecrîda li Îmraliyê niha li ber Meclisê li ser me jî tê meşandin. Li Îmraliyê tecrîd di hundirê tecrîdê tê sepandin. Du caran ceza tê sepandin. Çi dibe bila bibe divê girtiyekî siyasî karibe fikr û nêrîna xwe bigihîne gel. Em bêhiqûqî û şerê li Îmraliyê hatiye destpêkirin qebûl nakin. Dixwazin bi hêza polîsan gelê Kurd bêdeng bikin. Em vêya qebûl nakin. Kevneşopiya gelê Kurd a têkoşînek sed salî heye. Em bi tecrîd û neheqiyan dikevin sedsala duyemîn. Tecrîd tê wateya tu hiqûq ku nemaye ye. Em ê li her derê, li Meclisê, li kolanan, li fabrîkayan, li nav zeviyan, li taxan û li her qadên jiyanê qîr bikin û li ber tecrîdê rabin. Tu hêz nikare me bêdeng bike.”

Maçîn, bang kir ku bila tecrîda li ser Ocalan were rakirin û wiha got: “Tecrîda li ser birêz Ocalan rakin. Tecrîda li Îmraliyê rakin. Dawî li sepanên kêfî û êşkenceyê bînin. Em ji girtiyên nexweş re azadiyê dixwazin. Bila sala 2023’yan bibe sala azadiya girtiyan û azadiya gelê Kurd û ya gelên bindest.”