6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wê cenazeyê Evîn Goyî li Şehîdgeha Qendîlê bê veşartin

Cenazeyê Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî) ku gihîşt Silêmaniyeyê, bi merasîmeke girseyî hate pêşwazîkirin û ber bi Şehîdgeha Qendîlê ve hat şandin.

Di 23’ê kanûnê de li paytexta Fransa Parîsê li dijî Navenda Çandê ya Kurd a Ahmed Kaya û esnafên kurd êrîşeke çekdarî pêk hat. Di vê komkujiyê de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil jiyana xwe ji dest dan.

Cenazeyên her sê şehîdan pêr piştî merasîmeke girseyî ji Fransayê ber bi Kurdistanê ve hatin şandin. Cenazeyê Evîn Goyî îro li bajarê Silêmaniye yê başûrê Kurdistanê bi merasîmeke girseyî hate pêşwazîkirin.

Ji bo cenazeyê Evîn Goyî li Mizgefta Ehe Sor merasîmeke girseyî pêk hat û tevî şêniyên Wargeha Mexmûrê, hejmareke zêde kurdistaniyên ji bakur û başûrê Kurdistanê tev li merasîmê bûn. Di merasîmê de dirûşmên “Şehîd namirin” û “Tolhildan” hatin qîrîn.

Cenazeyê Evîn Goyî ber bi herêma Qendîlê ve hate birêkirin ku wê li Şehîdgeha Qendîlê bê veşartin.

Li Ranya jî girseya gel li ser rê sekiniye û li benda pêşwazîkirina cenazeyê şehîd Evîn Goyî ye.