28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Beşdariya civîna KCD’ê ne sûc e

Çaremîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê, ji bo Serokê berê yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar biryar da ku beşdariya li civînên KCD'ê bi tena serê xwe nabe sûc.

Bi hinceta ku tev li civîneke Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûye û di civînê de axivîye bi angaşta “endamtiya rêxistinê” doz li Serokê berê yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar hatibû vekirin. Çaremîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, beriya niha bi vê angaştê 6 sal û 3 meh ceza li Aktar birîbû.

Lê Dageha Edliye ya Herêmê ya Amedê bi hinceta kêmvekolandinê biryara dadgehê xera kiribû. Di darizandina ku jinûve hat kirin de heman dadgehê vê carê dest ji biryara xwe ya berê berda û biryara beraetê da. Dadgehê, di biryara xwe ya dawî ya ji bo Aktar de, destnîşan kir ku weke nûnerê rêxistina civaka sivîl beşdariya li civînên KCD’ê bi tena serê xwe nabin delîl ji bo sûc.