12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mêjiyê qeyûman ji tuwaletan re xweş dişuxule!

Projeya "Qada Bajêr" a qeyûmên berê yê Wanê Mûrat Zorlûoglû ku niha şaredarê Trabzonê ye û wextê weke "Projeya Megayî" hatibû ragihandin, piştî îtirazên esnafên mexdûr hat sekinandin. Ji dêvla revîzekirina projeyê, li qadê tenê tuwaletên portatîf hatin bicihkirin.

Şaredarê AKP’î yê Şaredariya Bajarê Mezin a Trabzonê Mûrat Zorlûoglû, dema di 2017-2018’an de wekî qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibû peywirdarkirin, daxuyandibû ku dê li navçeya Rêya Armûşê ya bajar li şûna avahiya şaredariyê ya berê “Qada Bajêr” bê çêkirin. Rêveberiya qeyûm wê demê vê projeyê weke “projeya megayî” dabû naskirin û soz dabû ku dê heya sala 2019’an biqede. Hatibû ragihandin ku maliyeta projeyê jî 80 milyon TL ye. Ji xeynî vê soz hatibû dayîn ku dê bedêla dikanên esnafên li derdorê yên bandor ji projeyê bigirin jî dê bê dayîn.

Lê belê bedêla kargehên esnafan nehatibû dayîn. Ji dêvla vê hatibû xwestin ku esnaf biçin pasaja şaredariyê. Piştî vê esnafan serî li Dadgeha Îdareyê ya Wanê dabû. Dadgehê eşkere kiribû ku esnaf mafdar in. Lê rêveberiya qeyûm jî ewilî serî li îstinafê û bi dû re jî serî li Şûraya Dewletê dabû. Şûraya Dewletê biryar dabû ku proje bê revîzekirin û bedêla kargehan bê dayîn. Piştî biryara Şûraya Dewletê, ne proje hat revîzekirin ne jî pirsgirêkên esnafan hatin çareserkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya (MA), avahiyên li cihê projeyê hatine xerakirin û qismek wê kirin otopark û li qismeke cihê vala jî tenê tuwaletên portatîf hatin bicihkirin.

Çavkanî pêşkêş kirin

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci ku di hilbijartina 2019’an de hat hilbijartin û paşê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin, der barê mijarê de ji MA’yê re axiviye û ev tişt gotiye: “Li cihê ku qeyûm lê hebin, tu tiştek ji bo mifha gel nayê çêkirin. Me bi belgeyan piştrast kir ku bê qeyûmê ewil û qeyûmê duduyan çawa çavkaniyên vî bajarî pêşkêş kirine û talan kirine.”

Avci, bi lêv kir ku pirgsirêka qada bajêr bûye pirsgirêkeke lareşî û ev tişt anîn ziman: “Ji bo pêkanîna plana Qada Bajêr divê hûn pirsgirêkên esnafan çareser bikin. Di serî de Çarşiya Misirê divê hûn xwe têxin bin barê mulkiyetê ya enasên li herêmê. Gava em hatin ser kar me çend civîn bi esnafa re kir. Dê dikanên van esnafan ji bo Qada Bajêr bihatana xerakirin. Lê hem pirsgirêkên van mirovan nehatin çareserkirin hem jî potansiyela wê ya berê nema. Li vir divê hûne snafan qaneh bikin. Ger hûn esnafan qaneh nekin, proje dê li dadgehê bên betalkirin.”

Armanca rant e

Di dawiya axaftina xwe de Avci, da zanîn ku ya hatiye kirin bê proje û bê plan hatiye kirin û wiha got: “Armanca wan, ew e ku dê çi qasî rantê bi dest bixin. Lewma gava em li tevahiya karên wan mêze dikin, em dibînin ku ji bo rantê ye. Niha cihê muzeya berê û cihê şaredariyê yê berê dane ber îhaleyê. Çêkirina van tuwaletan jî derî vê projeyê ye. Kes nizane bê vê derê jî bi çi qasî dane ber îhaleyê.”