17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber cil û bergên kurdî polîsan ciwan û zarokekî îşkence kirin

Li navçeya Nisêbînê, ji ber ku cil û bergên kurdî li xwe kiribûn polîsên tîmên taybet li ciwan û zarokek dan û îşkence li wan kirin. Dimenên vê îşkenceya polîsan derketin holê û ciwan û zarokê ku îşkence li wan hat kirin giliya polîsan kirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, derket holê ku şeva sersalê ji ber lixwekirina cil û bergên kurdî polîsan li ciwan û zarokekê dane û îşkence li wan kirine. Li gorî nûçeya nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Ahmet Kanbal, zarok B.K. (16) û ciwan Huseyîn Gokalp (18) ku cil û bergên netewî li xwe kirine û ji dawetek xizmê xwe vedigeriyan malê, polîsên tîmên taybet pêşiya wan girtine û li wan dan. Tundiya polîsan li taxa Dîcleyê li kolana Can derdora saet 23.30’an qewimî ye. Kamareya ewlehiyê ya dikanekê vê kêliya tundiya polîsan ku li her du ciwanan kirine, tomar kiriye. Lê hat zanîn ku saeta kamerayê li pêş bûye.

Serê wan li wesayîta zirxî dixin

Di dîmen de tê xuyakirin ku polîs bi wesayîta zirxî pêşiya her du welatiyan digirin û sê polîsên tîmên taybet ji wesayîta zirxî peya dibin û ji nişkeve êrişî her du ciwanan dikin. Polîs serê van her du ciwanan li wesayîta zirxî dixin û pişt re jî bi pehîn û kulman li wan didin. Di vê kêliyê de dilê polîsê di wesayîtê de ye rehet nabe û peya dibe bi pehînan li her du ciwanan dide. Piştre her du ciwan li erdê tên dirêjkirin û dîsa polîs li wan didin. Di dîmen de tê dîtin ku polîsek bi pehînan li serê ciwanekî dide. Piştî tundiya ku li erdê diqede her du welatiyan radikin ser pêya û kontrola nasnameya wan dikin û paşê jî wan berdidin.

Ciwan û zarokê tundiya li wan hatiye kirin ji malbatên xwe re vedibêjin û piştî ku hîn dibin li cihê bûyerê kameraya ewlehiyê heye, serî li Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Mêrdînê didin. Herî dawî bi rêya parêzerên endamên OHD’ê serî li Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê didin.

Serboriya xwe ji dozger re vegotin

Huseyîn Gokalp, di îfadeya daye dozgeriyê de dibêje ku kêliya ku li kolana dimeşiyan polîsan bi wesayîta zirxî pêşiya wan girtiye û gotine, “(…) ev cilên li ser we çine” û çêr û heqaret li wan kirine. Gokalp diyar kiriye ku polîsan li wan daye û polîsek rûpoşkirî serî avêtiye wî û di vê navberê de serê wî li wesayîtê ketiye. Gokalp, di dewama îfadeya xwe de dibêje, “Paşê min û B.K. li erdê dirêj dikin. Li ser me lêgerîn pêk anîn. Polîsan bi pehînan li me da. Çi dihat ser devê wan digotin û çêr û heqaretên giran li me dikirin. Polîsan ji me re digot, ‘wek din cilek nîne’. Ji ber van cilên me tundiyê li me kirin.”

Bi çekê gef xwariye

B.K., ê 16 salî jî di îfadeya xwe de destnîşan kiriye ku polîsan heqaret û çêra li wan kiriye û paşê jî tundiyê li wan kirine û wiha dibêje: “Ji nişkeve bi pehîn, kulm û şimaqan li me dan. Kêliyek me li erdê dirêj kirin û li me dan. Nasnameyên me girtin û kontrola GBT’ê kirin. Polîsek sîleha xwe danî ser ranê min û heqaret dikir. Ranê min pir êşiya. Hê jî şopa sîleha wî di ranê min de heye. Li gorî encamên GBT’ê polîsek ji min re got, ‘tu kurê Zekî K.’yî’ min got erê. Li ser vê yekê polîsekî şidiyayî serî min li wesayîta zirxî da.”

Giliya polîsan kirin

Ciwan bi hêceta “nefret û cihêkariyê”, “çêr û heqaret” û “gefxwarinê” der barê polîsên ji ber cilên wan netewî de li wan dan, gilî kirin. Dayika B.K., Canan K., jî ji ber polîsan li lawê wê daye giliyê wan kir.

OHD: Lêpirsîn hat destpêkirin

Şaxa OHD’ê ya Mêrdînê, tişta ku hatiye qewimandin wek “li dijî mirovatiyê, muameleya rûmet şikandinê û îşkenceyê” pênase kir û destnîşan kir ku ciwan û zarok ji ber cilên xwe yên netewî bi îşkence, gef û heqaretê re rûbirû mane. OHD’ê diyar kir ku li ser gilîkirina ku hatiye kirin, lêpirsîn hatiye destpêkirin.