17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Parlementoya Iraqê li ser êrîşên dewleta tirk dicive’

Hikûmetên Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê li hemberî êrîşên dewleta tirk bêdeng in. Parlementerê Iraqê Samir Ziyab, da xuyakirin ku amadekarî hene ji bo parlemento li ser êrîş û binpêkirinên dewleta tirk bicive.

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê roj bi roj zêdetir dibin. Rojane dewleta tirk bi rêyên bejahî û asîmanî êrîşên xwe yên li ser xaka Herêma Kurdistan û Iraqê berdewam dike. Der barê vê mijarê de parlementer û şirovekarên siyasî yên Iraqê ji Rojnews re axivîn.

Parlementerê Iraqê Samir Ziyab, da zanîn ku li nava parlementoyê de nêrînek hevbeş heye ku li ser destdirêjiyên dewleta tirk ên li ser xaka Iraqê parlemento bicive. Samir got, parlemento dixwaze li ser dosya êrîş û binpêkirinên dewleta tirk ên li ser serweriya xaka Iraqê bicive.

Di dewamê de Samir Ziyab bal kişand ser bomberana li ser balafirgeha Silêmaniyê û got: “Êrîşa li ser balafirgeha Silêmaniyê mijarek giringe, ji ber ku ew binpêkirina serweriya nîştimanî ya Iraqê ye. Pêwîstî bi bersivdanê heye.”

Şirovekarê Siyasî Adil Manih jî îşaret bi bêdengiya li beramberî êrîşan kir û got: “PDK û aliyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê divê bi erka xwe rabin û li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê helwest nîşandin.”

Adil Manih xwest lêpirsîn der barê wan kes û aliyên ku piştgiriyê didin êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka Herêm û Iraqê û wiha dom kir: “Pêwîste tedbîrên cidî li beramberî hewildanên dagirkeriya Tirkiye yên li ser xaka Herêm û Iraqê werin girtin.”

Her wiha Manih da zanîn ku divê hikûmeta Iraqê balyozxaneya Tirkiye ya li Bexdayê bang bike û nerazîbûna xwe ya li ser êrîşan nîşan bide. Manih got: “Mayîna hêzên Tirkiye li nava xaka Iraqê û berdewambûna êrîşan, binpêkirinek eşkere ye li ser serweriya Iraqê û yasayên navdewletî. Her du hikûmetên Iraq û Herêmê jî di beramberî van êrîşan de bêdeng mane û nekarîne bibin bersiv.”

Di dawiyê de jî Şirovekarê Siyasî Adil Manih got: “Her dagirkeriyek li ser her beşek xaka Iraqê pêkwere, serwerî û ewlehiya gelê Iraqê bi giştî hedef digre. Ev jî êrîşek rasteraste li ser xaka Iraqê ji Zaxo ta Besrayê.”