17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyê nexweş Ozkan piştî 27 salan tehliye bû

Der barê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan yê 84 salî ku gelek nexweşiyên wî hene û 27 sal in girtî ye de biryara tehliyeyê hat dayîn.

Mehmet Emîn Ozkan girtiyek nexweş û 84 salî ye. Li Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind a Jimara 1’an dihat ragirtin. Derbarê Ozkan de biryara tehliyeyê ango berdanê hat dayîn. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin; rewşa nexweşiya Mehmet Emîn Ozkan xedar dibe û wî di 13’ê tîrmehê de radikin unîteya nihêrîna awarte ya Nexxweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Ozkan bi awayek kelemçekirî biribûn nexweşxaneyê. Duh Ozkan ji beşa nihêrîna awarte derxistin odeya asayî û paşê jî wî birin nexweşxaneyê.

Der barê rewşa Ozkan de me bi keça wî Selma Ozkan re hevdîtin kir. Selma Ozkan da zanîn ku girtiyên ji wan re ragihandine ku bavê wê rakirine nexweşxaneyê. Ozkan anî ziman ku tansiyon û nirxê xwînê yê bavê wê kêm bûye û laşê wî îltîhab girtiye, lewre rakirine beşa nihêrîna awarte û piştî Cejna Qurbanê bavê wê 5 caran rakirine nexweşxaneyê.

Selma Ozkan diyar kir ku ji ber bavê wê dîsa birine girtîgehê birayê wî ji bo li rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) bipirse çûye Edliyeya Amedê. Selma Ozkan anî ziman ku dozger ji birayê wê re gotiye, “Girtina wî 3 mehan hat taloqkirin. Piştî karûbarên li girtîgehê wê ji girtîgehê were berdan.”

Ozkan got piştî vê agahiyê ji bo pêşwaziya bavê wê ew çûne ber girtîgehê.

27 sal di girtîgehê de ye

Ozkan di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye. Tuggeneral Bahtiyar Aydin di 22’yê Cotmeha 1993’yan de li navçeya Lice ya Amedê hate kuştin. Ozkan, di sala 1996’an de bi îdiaya kuştina Aydin li Mêrsînê hate binçavkirin û li ser îfadeyên du şahidan hate girtin. Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) Ozkan bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” darizand û cezayê muebbetê lê birî. 2 şahidan jî piştre diyar kirin ku îfadeyên xwe di bin îşkenceyê de dane. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî biryara binpêkirina “darizandina adilane” da. Li ser biryara DMME’yê, biryar hate dayîn ku Ozkan jinûve were darizandin. Doza Ozkan ji sala 2014’an heta niha didome.

Di pêvajoya girtîgehê de Ozkan bi gelek nexweşiyên giran ket. Lê tevî nexweşiyên xwe jî nedihat berdan. Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê di 6’ê nîsana 2015’an de derheqê Ozkan de raporek amade kiribû û gotibû ku ji sedî 87’ê fonksiyonên laşê xwe winda kirine. Nexweşxaneyê rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” dabû lê ATK’ê bi rapora xwe ya “dikare di girtîgehê de bimîne”  nedihiştibû Ozkan were tehliyekirin.