30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbat ji bo rewşa Er û Dag çûn başûrê Kurdistanê

Malbata Mazlûm Dag û Abdurrahman Er serdana baregeha Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê ya li Hewlêrê kirin. Di serdanê de hate xwestin ku ji bo daxwaza Er û Dag were qebûlkirin, hewldan werin kirin.

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê girtî ne, li dijî zextên PDK’ê ya li xwekirina cilên bi yek tîpî û kiryarên xerab, 61 roj in di greva birçîbûnê de ne. Li gorî nûçeya RojNewsê; rewşa tenduristiya Dag û Er her ku diçe xerabtir dibe. Heya niha jî der barê mijarê de rayedarên Herêmê tu daxuyaniyek nedane û bêdeng in.

Duh ji bo wergirtina agahiyek di der barê rewşa zarokên xwe de, malbata Mazlum Dag û Abdurehman Er ji bakurê Kurdistanê serdana Hewlêrê kirin. Di nava malbatê de dayik û bavê Abdurehman Er, Şahîn Er û Fatîme Er, dayika Mazlum Dag, Qudret Dag û mamê wî Hamît Dag hene.

Malbata Er û Dag îro serdana baregeha Hizba Zehmetkêşana Kurdistan ya li Hewlêrê kirin. Di serdanê de hate gotin ku Er û Dag ji mafên xwe bêpar hatine hiştin û dixwazin ji girtiyên DAIŞ’ê bên cudakirin. Malbatan gotin ku divê Er û Dag ji wê girtîgehê werin derxistin, ji ber ku ew girtiyên siyasî ne.

‘Bila mafên wan werin dayîn’

Dayika Mazlum Dag, Qudret Dag axivî û wiha got: “Em dixwazin mafê zarokên me werin dayîn, ji ber ku rewşa tenduristiya wan gelek nebaşe û zêdetirî du mehin di greva birçîbûnê dene. Divê cihê wan were guhertin, ji bo daxwazên wan werin qebûlkirin, em dixwazin piştgirî were kirin.”

Êş û îşkence

Dayika Abdurahman Er, Fatma Er jî wiha axivî: “Zarokên me di girtîgehê de di nava êş û îşkenceyê dene. Jiyana wan di metirsiyê deye, ji ber ku xistine nav çeteyên DAIŞ’ê û mafê wan hatiye binpêkirin. Ji bo daxwazên wan bicih werin, em bang li aliyan dikin ku bibin alîkar.”

‘Em piştgiriyê didin malbatan’

Endamê Mekteba Siyasî ya Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê Nîştiman Kemal jî got ku divê daxwazên girtiyan werin bicihanîn, mafê wan were dayîn û di bin çavdêriya mafê mirovan de bin. Kemal got: “Em dijî binpêkirina mafên Er û Dag in, ji bo selametiya jiyana girtiyan, divê aliyên peywendîdar bi erkê xwe rabin. Ji ber ku daxwazên wan rewane, em piştgiriyê didin malbata Er û Dag.”