21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partî û rêxistinên civakî banga Meşa Azadiyê kirin

Li Amedê partiyên siyasî û rêxistinên civakî ji bo “Meşa Azadiyê” daxuyanî dan û bang li her kesî kirin ku tev li meşê bibin.

Partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk bi boneya “Meşa Azadiyê” ya ku di navbera 1-15’ê Sibatê de ji du milên Bakurê Kurdistanê ve bê lidarxistin, li Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin. Li salona ku daxuyanî lê dan pankarta  mezin a “Em ji bo Azadiyê dimeşin, Dem dema azadiyê ye” vekirin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin daxuyanî xwend û diyar kir ku dê 75 aktîvîstên mafên mirovan di meşê de cih bigirin. Metna daxuyaniyê ya bi kurdî û bi sernavê “Ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk em meşa azadiyê didin destpêkirin” ji hêla Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ve hate xwendin. Hat destnîşankirin ku meş dê di 1’ê sibatê de bê destpêkirin û heta 15’ê Sibatê roja komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bidome.”

Metna daxuyaniyê wiha ye:

“Ev 25 sal in li ser birêz Ocalan tecrîdeke giran heye. Birêz Ocalan, di serî de ji bo gelê kurd û ji bo gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn di warê têkoşîna wekhevî, edalet û azadiyê de xwedî roleke girîng e. Ev 2 sal û 10 meh in der barê birêz Ocalan tu agahî nayên stendin. Ne di hiqûqa Tirkiyeyê de ne jî di hiqûqa navneteweyî de ciyê pêkanînên tecrîda mutleq tune ye û her wiha tecrîd ne exlaqî ne wijdanî ne jî însanî ye. Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê, bûye navenda polîtîkayên tesfiyekirina têkoşîna azadiya gelê kurd. Bi rêya tecrîdê hewl didin ku hiqûqa mêtingeriyê pêk bînin, axa Kurdistanê dagir bikin û bê mirov bihêlin.

Eşkere ye ku tecrîd ne tenê li ser gelê kurd û Kurdistanê pêk tê, di heman demê de temamê civakê jî dîl girtiye û li ser civakê wek amûreke zext û zordariyê tê bikaranîn. Polîtîkayaên tecrîdê li hundir rê li ber qeyranên aborî, civakî û siyasî vedike,  li derve jî Tirkiyeyê ber bi şerên herêmî ve dikşîne. Ji bo derketina ji van krîz û şerên herêmî rêya herî giring ev e ku pergala tecrîda mutleq bê hilweşandin û Birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe ya fizîkî.

Tecrîd astengiya herî mezin a li ber çareserkirina pirsgirêka kurd e. Bi vê rêyê gelê welêt û gelên herêmê ji aliyê dewletên neteweperest ve ji hêla aborî, çandî, civakî û siyasî ve di şer û pevçûnan de tên fetisandin. Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan dê rêya çareseriya demokratîk û aştiyane veke. Gotinên ku birêz Ocalan di sala 2010’an de bi lêv kirin girîngiya azadiya wî ya fizîkî ya ji bo jiyana azad a gelan nîşan didin. Birêz Ocalan gotibû; ‘Mirov dikare tenê bi şertekî li derve bijî, ew jî bi vî awayî mumkin e ku divê mirov ji bo hebûn û azadiya kurdan û azadiya kedkarên tirk ên ku di şert û mercên kapîtalîzmê de dijîn bîst û çar saetan di nav têkoşînê de be.’

Heta ku ev tecrîda mutleq neyê şikandin dê gel nikaribin bêhnê bistînin û pirsgirêk dê bi awayekî demokratîk neyên çareserkirin. Li Tirkiyeyê û li Rojhilata Navîn şer û krîzên modernîteya kapîtalîst kûrtir dibin û rêya çareserkirina van pirsgirêkan ev e ku divê fikr û ramanên birêz Ocalan bên guhdarîkirin. Ji her demê zêdetir pêdivî bi pêşniyarên wî heye. Li dijî pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê gelên herêmê û yên cîhanê pêşeroja xwe ya polîtîk di şexsê birêz Ocalan de pêkan dibînin. Lewma gel îtirazî van şert û mercan dike ku birêz Ocalan tê de ye. Encameke van îtirazan jî di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 navendan bi çalakiyên ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk’ dest pê kir û ew çalakî îro berfirehtir bûne.

Em jî wek siyasetmedarên kurdistanî, jin, ciwan, rewşenbîr û parêzvanên mafên mirovan, çalakiya navneteweyî ya hevalên xwe silav dikin û em eşkera dikin ku ji 1’ê sibatê heta roja salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li bajar û bajarokên Kurdistanê em ê ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ bidin destpêkirin. Armanca çalakiya me di serî de ew e ku birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike, hemû mafên wî yên hiqûqî  bicîh bên û azadiya fizîkî ya birêz Ocalan e ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd girîng e.

Heta ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bê hilweşandin û dek û polîtîkayên qirêjî yên li ser pirsgirêka kurd bên bidawîkirin em ê nesekinin. Em careke din diyar dikin ku li dijî van polîtîkayên ku tu pîvanê mirovahiyê nas nake em ê bêdeng nemînin. Em hemû gelê xwe, dostên xwe û raya giştî ya demokratîk gazî çalakiya xwe dikin, wer in em li dijî tecrîdê mil bidin milê hev û tecrîdê têk bibin.”

Mînaka vê tecrîdê tune ye

Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çiftyurek anî ziman ku 3 salin gelê kurd li dijî tecrîdê li çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê çalakî û nerazibûnên xwe didomînin û wiha got: “Tecrida 3 sal in li dijî Birêz Ocalan li îmraliyê tê meşandin mînaka wê tune ye. Mirov nikare mînaka wê bide. Heta niha li tu girtîgehan tecrîdek bi vî rengî pêk neanîye. Dewlet li Îmraliyê qanûn û nîzamên xwe binpê dike.Eger dewletek qanûn û nizamên xwe binpê bike, dê çawa bi rêve biçe. Li vir wîcdan û ahlak jî tune ye. 3 salin Birêz Ocalan nikare bi malbat û parêzerên xwe re bi axivi. Nikare nerînên xwe bi gel re parve bike. Ev bê ahlaqî ye. Dewlet dibêje ez dordar im. Dibêje ez qanûn û nîzaman nas nakim û vê yekê pêk tîne.

Çîftyurek anî ziman ku li gel ew qas çalakiyên gel, li gel ew qas nerazibûnên gel dewletê çavê xwe, guhê xwe girtiye û deve xwe girêdaye  û wiha axivî:  “Di destê dewletê de tenê amûrê zorê heye. Wekî din di destê dewletê de tiştekî din tune ye. Heta dawiyê zor nayê meşandin. Bi zorê pirsgirêk çareser nabin. Li rojhilata navîn şer dîsa giran dibe. Duh Serokomarê Îranê hat Tirkiyeyê. Tirkiye û Îranê li dijî kurdan bi destê hev girtin û gotin ‘Em ê çawa destkeftiyên kurdan ên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji holê rakin. Li çar parçayên Kurdistanê bûyerên girîng çêdibin.”

Çiftyurek destnîşan kir ku bandora Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li ser Rojhilata Navîn gelek mezin e û wiha berdewam kir: “Birêz Ocalan siyasetê baş dixwîne. Bandora wî ya li ser Rojhilata Navîn mezin e. Eger îro Birêz Ocalan fikrên xwe anîbûna ziman, em bawer dikin dê berî her tiştî li dijî şer rawestiya. Dewlet naxwaze îro meseleya kurd bi rêya aştiyane û demokratîk çareser bibe. Eger çareseriyê bixwaze dê tecrîdê rake. Em ê li dijî vî şerî û vê tecrîdê meşek dirêj li dar bixin. Heta tecrîd rabe em ê têkoşîna xweberdewam bikin. Em ê meşa azadiyê bidomînin. Heta ku birêz Ocalan azad bibe. Em bang li dewletê dikin ku vê siyaseta xwe ya bê wîcdan û bê ahlak bi dawî bike. Em dixwazin di serî de tecrîdê rake. Divê Ocalan berdin û Ocalan bi xwe bi axive.

Hevserokê MED DUHAT-FED’ê Kenan Canpolat jî axivî û wiha got: “Em ê dest bi meşa azadiye bikin. Meşa me dê 15 rojan berdewam bike. Em ê li hemû bajarên Kurdistanê bigerin. Tecrîdê li welatê me xetimandinek ava kiriye. Hem li Kurdistan û Tirkiyeyê xetimandekinek ava kiriye. Di aliyê aborî, çandî, di aliyê sinc û wîcdan de xetimandinek çêkiriye. Ji bo ev xetimandin vebe, divê siyasetmedar, aştîxwaz destê xwe têxin bin bar. Em bang li hemû kesên ku li vî welatî aştî, demokrasî û çareseriyê dixwazin destdê xwe bidin me û tev li meşa azadiyê bibin. Heta tecrîd bi dawî bibe û birêz Ocalan azad bibe têkoşîn û meşa me dê bidome. Em ji hemû gelê ku li Tirkiyeyê dijîn dixwazin ku piştgiriyê bidin vê meşe. Em dixwazin meşa me bibe bersîva li dijî tecrîdê. Em dixwazin hemû kesên çareseriya pirsgirê kurd dixwazin tev li meşe bibe. Ev meş meşa gelê kurd û tirk e.