19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partî û saziyan êrîşa li Parîsê şermezar kirin

Heke dewleta Fransayê kujerên Sara, Rojbîn û Ronahî aşkera kiribûna îro ev komkujiya nû pêk nedihat û 3 kurdên din nedihatin qetilkirin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidxanê (TAJÊ) têkîldarî êrîşa çekdarî ya li Parîsê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê 3 jinên Kurd hatin qetilkirin, îro jî careke din dewleta tirk bi hevkariya Fransayê re 3 Kurd qetil kiriye.

Daxuyaniya TAJK’ê wiha ye: 

“9’ê Çileya 2013’an li Parîsê 3 legerînvanên azadiyê Sara, Rojbîn, Ronahî hatin qetilkirin. Rexmê ku komkujî bi fermana hikûmeta AKP-MHP’ê hate kirin, dewleta Fransa kujerên komkujiyê eşkere nekir û xwest hevkariya xwe ya bi dewleta tirk re veşêre.

Îro di 10’emîn salvegera qetlîama 9’ê Çileyê careke din li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk û hevkarê wê dewleta Fransayê ve li hemberî gelê Kurd êrîşeke din hate kirin û di vê êrîşê de jî 3 Kurd hatin qetîlkirin.

Dewleta Fransa weke di komkujiya yekem ya Parîsê de, dîsa hewl dide komkujiya duyem a Parîsê veşêre. Dewleta Tirk ku li hemberî Tevgera Azadî û berxwedana gerîlayan têk diçe, di kesayeta jinên Kurd de, jinên ku tekoşîna azadiyê didin hedef digire. Hikûmeta Erdogan çawa ku di her alî de piştgirî da çeteyên DAÎŞ’ê, berê wan da Şengalê û di dîlgirtina jinên Êzidî de rol lîst, îro jî li her deverê bi çeteyên DAÎŞ’ê re jinên ku tekoşîna azadiyê didin meşandin hedef digire.

Di pêvajoyeke ku tekoşîna jinê bi dirûşme ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku îro li tevahî cîhanê di bin felsefeya Serok Apo bilind bûye de, em vê êrîşa hovane şermezar dikin.”

FEDERASYONA ELEWIYAN

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) jî got, “Vê qetlîamê nîşanî me da ku dewleta Tirk di asîmîlasyon, komkujî û qirkirina çandî ya li dijî Kurd, Elewî û mûxalîfan de israr dike.

Em bang li hemû kesî dikin ku li dijî desthilatdariya yekparêz, nîjadperest û înkarker AKP-MHP’ê ku komkujî û qirkirinê li ser gel û baweriyên me ferz dike, bibin yek. Li dijî zilmê îro roja hevgirtin û têkoşînê ye.”

HEVSEROKÊN HDP’Ê

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar gotin, “Em bi xemgînî hîn bûn ku di êrîşa hovane ya li dijî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya ya li Parîsê de 3 Kurd hatine qetilkirin û 3 welatiyên din jî birîndar bûne. Em vê êrîşa hovane bi tundî şermezar dikin, em ji malbat û xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.”

Hevserokan ji rayedarên Fransayê xwestin ku bila sûcdaran eşkere bikin û agahiyên zelal bidin raya giştî.

Nerazîbûna KCK’ê

KCK’ê, qetilkirina sê Kurdan li Parîsê, şermezar kir û got ku êrîş dewama Qetlîama 9’ê Çileyê ye. Ev qetlîam, dewama qetlîama Parîsê ya 9’ê Çileyê 2013’an e. Dewleta tirk, bi êrîşa ku 9’ê Çileyê 2013’an li Parîsê kir û 3 Kurdên welatparêz ên şoreşger qetil kirin, qetlîama Kurdan bir Ewropayê. Wek qetlîama 9’ê Çileyê 2013’an ev qetlîam jî ji aliyê dewleta tirk  û desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ve hatiye kirin. AKP-MHP neyarên Kurdan in û li her derê dijminahiya Kurdan dikin. Kurdistaniyên li Ewropayê jî bi vê hişmendiyê dikin armanc. Ev qetlîam jî ji aliyê dewleta tirk, desthilata AKP-MHP’ê û MÎT’ê ve hatiye kirin. Eger dewletên Ewropayê û rêxistinên îstixbaratê nebêjin erê û piştgiriyê nekin, dewleta Tirk û MÎT bi tena serê xwe nikarin van êrîşan bikin. Ev rastiyeke li ber çavan e û divê her kes pê bizane. Li cihekê mîna Parîsê, ji aliyê îstixbarat û ewlehiyê ve şopandina her derê tê kirin; bi kirina vê qetlîamê ev rastî derdikeve holê.

KJK: Em ê teqez hesabê vê qetlîamê bipirsin

Koordînasyona KJK’ê têkildarî komkujiya li paytexta Fransa Parîsê ku 3 kes têde şehîd bibûn, daxuyaniyeke nivîskî da û got: “Gelek watedar e ku gava wê civîn li ser salvegera 10’emîn a qetilkirina hevalên me Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez li Parîsê, bê lidarxistin, ev qetlîam hat kirin. Ji kirina êrîşê, gava ku em ê plansaziya çalakiyên ji bo bibîranîna hevrêyên xwe bikin, diyar e ku kiryarê êrîşê dewleta tirk e û bi organîzasyona MÎT’ê hatiye kirin.”

DefendKurdistan

Tora Riseup4Rojava û DefendKurdistan bi daxuyaniyeke hevpar banga tevlîbûna çalakiya girseyî ya li Place de la Republique ya Parîsê kirin. Di daxuyaniya hevpar de ev tişt hate diyarkirin:

“Gelek nîşan hene ku ev qetlîam ne tesadufî ye. Çend metre dûrî cihê ku qetlîam lê hatiye kirin, nêzî 10 sal berê sê şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Ji bo me ev êrîş ji şerê giştî yê faşîzma tirk û hevkarên wê cuda nayê dîtin. Ev êrîş encama polîtîkaya antî-Kurd a li Tirkiyeyê û li Ewropayê ye û berdewamiya qetlîama di sala 2013’an de ye. Şerê hovane yê dewleta Tirk a bi êrîşên hewayî, balafirên bêmirov û çekên kîmyewî yên duh li Başûrê Kurdistanê û Rojava û serdegirtina malan a li Elmanyaya Federal, girtina siyasetmedarê Kurd Tahir Koçer ji aliyê hêzên ewlekariya Elman ve û girtina siyasetmedarên Kurd danê sibehê li Tirkiyeyê, parçeyekî vê konsepta qirkirinê ye. Rastiya ku dewletên Ewropayê piştgiriyê didin vê konseptê, îro bi êrîşên hovane yên polîsên Fransayê re derket holê.”

Ji cîhanê nerazîbûn 
Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken: Ez ji bo qurbaniyên kurd ên li Parîsê sersaxî dixwazim. Di vê roja xemgîn de dilê min bi civaka kurd û gelê Fransayê re ye.
Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz: Bûyerek xeternak xwe li Parîs û Fransayê pêça ye. Fikr û ramana min bi qurbanî û malbatên wan re ye.
Wezîra Karên Derve ya Almanya Annalena Baerbock: Divê nefret qet bi ser nekeve.
Wezîrê Karên Derve yê Îngîltereyê James Cleverly: Me têkildarî êrişa çekdarî ya li Parîsê agahiyên trajîk girtin.
Melenchon: Êdî bese 
Lîderê partiya çep La France Insoummise Jean-Luc Melenchon: Em li dijî êrişê xemgîn û bi hêrs in. 10 sal berê berê jî sê jinên rêveber li Parîsê hatibûn qetilkirin. Êdî bes e! Em tifaqên xwe kurd biparêzin.
Yek ji siyasetmedarên sosyalist ê fransî Olivier Faure: Îro kesek krîmînal êrişî kurdan kir. Divê dest ji rewakirina nijadperestiyê bê berdan.
Parlamenterên Kongreya Îspanyayê Unidas Podemos û Galicia bi daxuyaniyek hevpar êrişê şermezar kirin û gotin: “Divê ku êdî mafê gelê kurd ê rêxistinkirinê li Yekîtiya Ewropa bê mîsogerkirin û dawî li tundî û binpêkirina mafan ên li dijî kurdan were anîn.”

Daxuyaniya serokkomarê Fransayê

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, li ser hesabê xwe yê Twitterê êrîşa li Parîsê şermezar kir û got: “Kurdên Fransayê, li nava dilê Parîsê bi erîşeke bi xayinî hatin armanckirin.“