8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meclisa Ciwanan a HDP’ê : ‘Çi dibe bila bibe wê encam serkeftin be’

Parlamenter Dêrsîm Dag û Mûrat Sarisaç ên beşdarî 3'yêmîn Konferansa Meclisa Ciwanan a HDP'ê bûn, bal kişand in ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan û wiha got: "Birêz Ocalan wê azad bibe."

Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi dirûşmeya “Bi ciwanên rêxistinkirî re, ber bi pêşerojeke azad ve” konferansa xwe ya 3’yemîn li Eywana Konferansê ya Kaplan City a navçeya Peyas a Amedê pêk anîn. Ji bajarên bakurê Kurdistanê gelek ciwan, hevserokên HDP’ê yên Amedê Gulîstan Atasoy, Zeyad Ceylan, parlementerê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç û Berdevka Meclîsa Ciwanan parlementer Dersîm Dag beşdarî konferansê bûn. Piştî lêgerîna polîsan, ciwan ketin salona konferansê û di dema lêgerînê de zarokek 16 salî hate binçavkirin.

Li Eywana konferansê li gel wêneyên Nagîhan Akarsel, Hevrîn Xelef, Denîz Poyraz û Jîna Emînî pankartên li ser “Em ê bi jina rêxistinkirî re, serkeftinê biafirînin”, “Bi zanîngehên xweser ên azad re, civaka demokratîk” , “Ciwan bi têkoşîna xwe li hemberî îxanetê ser dikeve” hatine nivîsîn hatin daliqandin. Ciwanan li gel axaftinan dem dem bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Ciwan fedayîyên Rêber Apo ne” berz kirin.

‘Têkoşîna me wê li qadê berdewam’

Dersîm Dag bi van gotinan dest bi axaftinê kir: “Desthilata AKP’ê û MHP’ê bi eşkerahî êrişî siyaseta demokratîk ya kurdan dike. Her çiqasî îro êrişî parlementerên kurdan werin kirin, werin girtin yan jî parlementeriya wan were betalkirin jî bila baş were zanîn ku kurd li vîna xwe û siyaseta demokratîk xwedî derdikevin. Ji ber vê sedemê ye em bi israr in. Li ku derê ciwanên kurd xwebirexistin dikin li wir êrişeke mezin heye û êrişên li ser destkeftiyên wan pêk tên. Zanîngehên ku bûne hola ciwanan mixabin herî zêde jî zext lê zêde ne. Ji ber ku desthilata heyî dixwaze ciwanan li gorî xwe biafirînin. Lewra hertim zanîngeh bûne lûtkeya serhildanê. Bila baş were zanîn wê têkoşîna me li van qadan berdewam bike.”

‘Çi dibe bila bibe wê encam serkeftin be’

Dêrsim di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser Komkujiya Parîsê û got: “Li Parîsê 3 rêhevalên me hatin qetilkirin. Em rêhevalên xwe ji vir bibîrtînin û em soz didin wan; em ê aştî û azadiyê bînin vî welatî. Em ê ji Dîasporayê heya Başûr û heya vir, ji girtîgehan heya qadan têkoşîna xwe bidin berdewamkirin. Çawa ku li her deverê tecrîd heye wê têkoşîn jî li her deverê pêk bê. Çawa ku li Îmralîyê tecrîd dest pê kir têkoşîn jî mezin bû. Em cardin soz didin ku em ê di kesayeta birêz Abdûllah Ocalan de gelê kurd azad bikin. Çi dibe bila bibe wê encam serkeftî be.”

‘Ciwan van polîtîkayan erê nakin’

Parlementerê HDP’ê yê Wanê Murat Sarisaç jî di destpêka axaftina xwe de dîyar kir ku tije bûna eywanê nîşaneya mezinbûna têkoşînê ye û got: “Li vê eywanê peyamek tenê heye ji bo heval û dijminan. Ev peyam jî ‘me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî serbikevin’ e. Niha hemû sîstem herî zêde ji hebûna ciwanan ditirsin. Bi taybetî jî hêza ciwanan ya guherîn û pêşveçûnê tirsa sîstema kapîtalîst e. Ji Bogazîçî heya Kobanê ji wan ciwanan ditirsin. Ji ber vê herî zêde êrişî vê qadê dike û dixwaze bihêle di bin rêveberiya xwe de. Ji ber vê jî hemû rêbazên hovane bêyî ku pişve biçe dixe meriyetê. Ciwan van polîtîkayan erê nakin. Beriya niha jî gelek hewildanên wan pêkhatin lê bi serneketin. Ciwan li her deverê li ber xwe didin.”

Sarisaç, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û wiha got: “Tecrîd ne tenê li ser Birêz Ocalan li ser hemû civakê heye. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Zagona dijmin a li Îmraliyê tê sepandin, di rewşeke wisa de ye ku bi şêweyên hiqûqî nayê ravekirin. Dema deriyê Îmraliyê hat girtin, tecrîd girantir bû, bû sedem ku deriyên şer vebin. Birêz Ocalan ne tenê keseke, di dîroka têkoşîna 50 salî de kurd ji nû ve afirandiye. Azadiya fîzikî ya Birêz Ocalan wê bi têkoşîna me pêk were.”