19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD’ê li Stenbol û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş bang kir

ÎHD’ê di çalakiya xwe de xwest girtiyê nexweş Şaban Kaygusuz ê ji sedî 90 astengdar e  were berdan. ÎHD’a Îzmîrê jî xwest girtiyê nexweş Yûnûs Nîsgavlîoglû were berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 561’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê pêk hat û vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Şaban Kaygusuz ê ji sedî 90 astengdar e û niha li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Tîpa T’yê tê ragirtin. Endama Komîsyonê Gulendam Ozdemîr daxuyanî xwend.

Ji sedî 90 astengdar e 

Ozdemîr bal kişand ser rewşa Şaban Kaygusuz û diyar kir ku li gel ku Kaygusuz ji sedî 90 astengdar e nayê berdan û mil û linge wî yê rastê tune ne û ew bi alîkariya hevalên xwe jiyana xwe didomîne. Ozdemîr anî ziman ku malbata Kaygusuz dibêje ku lawê wan bi muameleya nebaş re rûbirû dimîne û her roja ku diçe rewşa wî girantir dibe. Ozdemîr xwest ku rewşa Kaygusuz a astengdar li ber çavan bê girtin û tavilê bê berdan.

Rewşa girtiyê nexweş Yûnûs Nîsgavlîoglû

Rêveberên ÎHD’a Îzmîrê jî çalakiya ji du hefteya carek ku balê dikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li ber Sumerbank a berê ya li Konakê li dar xist. Nûnerên êxistinên sivîl û partiyên siyasî tev li çalakiyê bûn. Sekreterê ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin daxuyanî xwend. Aydin bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Yûnûs Nîsgavlîoglû (68) yê li Girtîgeha Afyonê ya Tîpa T’yê tê ragirtin û 12 sal in girtî ye û li gel rapora wî ya nikare di girtîgehê de bimîne heye jî nayêberdan. Aydin xwest Nîsgavlîoglû tavilê were berdan.