18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê Cejna Akîto pîroz kir

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) 1’ê Nîsanê Cejna Akîto pîroz kir û hate gotin; “Cejna Akîto ya neteweyî, civakî, çandî, vejîn û biharê; li gelê Asûrî, Suryanî û Keldanî pîroz be.”

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) bi wesîleya 1’ê Nîsanê Cejna Akîto daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya MOP’ê de wiha hate gotin: “Cejn ji bo gelan tê wateya, bedewî, paqijî, coş, kêfxweşî û aştiyê. Em hêvî dikin ku gelê me li ser vê esasê vê cejnê pîroz bike. Li cihên ku şer, erdhej û xizanî hene, cejn bi xemgînî derbas dibe. Şerê giran a li Mezopotamyayê û piştî wê jî erdheja li Mezopotamya û Anatolyayê, di pêvajoyeke ku mirovan gelek nirxên xwe winda kirin de, cejnên ku tê xwestin nayên pîrozkirin. Dema şer vediguhere aşitiyê, êş vediguhere şahiyê, cihêkariyê vediguhere wekheviyê, wateya cejnan cuda dibe. Tevî van hemûyan jî ji bo civakekê parastina nirxên xwe û xwedîderketina li nirxên xwe bi heman rengî watedar e.

Cejn dibe sedema bedewiyan, em hêvîdar in ku “Cejna Akîto” di hilbijartinên pêş de bibe wesîleya têkçûna faşîzma Tirkiyeyê û bi ‘Partiya Çep a Kesk’ re demokrasî were! Em bang li gelê Asûrî/Suryanî/Keldanî û hemû kesên demokrasiyê dixwazin dikin ku bi ruhekî nû yê hêviyê di hilbijartinên pêş de dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk.”