4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

1’Nîsanê cejna Akîto ye

Çawa ku cejnaNewrozê li ba gelê kurd wekî destpêka sala nû û hatina biharê her sal di 21’ê adarê de tê pîroz kirin wiha jî cejna Ekîto her sal di 1’ê Nîsanê de ji hêla gelê Aşurî, Suryanî û Keldanî ve weke sersal tê pîrozkirin

Cejna Akîto ji hêla gelên ‘Beyn Nahren’ ango gelên di navbera çemên Dicle û Firatê de dijîn  ve ji beriya 6770 salan ve tê pîrozkirin.  Cejna Akîto cejneke dîrokî ya herî kevin e. Akîto tê wateya jiyana nû, ji serdema Sumer û Babiliyan ve dest pê kirye heta gihîştiye serdema Aşûriyan. Gelên Aşûr, Suryan û Kildan li gel ku ewqas hatine qetilkirin jî nirxên xwe yên dîrokî heta îroj parastine.

Ev cejin li gelek deveran tê pîroz kirin û îsal li rojavayê Kurdistanê jî bi rengekî fermî ew cejin tê pîrozkirin û bi boneya wê cejnê Rêveberiya Xweser rojên 1 û 2 Nîsanê wekî betlaneya fermî destnîşan kir da ku gelê aşûrî, Suryanî û Kildanî bikaribin vê cejna xwe bi azadî pîroz bikin.