17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiya Çepên Kesk sibê kongreya 4’emîn pêk tîne

Partiya Çepên  Kesk sibê li Enqereyê 4’emîn kongreya  xwe ya asayî pêk tîne. Amadekariyên kongreyê temam bûn

Partiya Çepên Kesk sibê bi dirûşma “Ji bo azadiyê” 4’emîn kongreya xwe ya mezin a asayî pêk tîne. Partî dê li Eywana Sporê ya Atatûrkê kongre xwe pêk bîne.

Amadekariyên kongreyê jî guhertina rêziknameyê û şixûlîna partiyê bû. Li ser vê jî amadekarî bi dawî bûn û tê payîn wê rêzikname were guhertin û hejmara endamên Meclisa Partiyê jî bên kêmkirin. Di rêziknameyê de perwerdehiya bi zimanê zikmakî-dayikê û avakirina akademiya siyasetê wê di rêziknameyê de cih bigirin.

Wê partî ji heft herêmên cuda yên Tirkiyeyê otobusan amade bike û girseya xwe veguhezîne kongreyê. Tê payîn ku wê partî li gorî derfetên xwe nêzî 10 hezar welatiyan veguhezîne kongreyê û ev xebat ji aliyê rêxistinên bajar û navçeyan vê tê organîzekirin.

Ji çar aliyên Kurdistanê û ji çar aliyên cîhanê rêveber û nûnerên sazî û dezgehan ji bo kongreyê hatine vexwendin û tê payîn gelek mêvan beşdar bibin.

Di warê teknîkî de jî amadekariyên kongreyê bi dawî bûn. Wê ketina eywanê tenê di deriyekî de pêk were. Rayedarên partiyê ji ber xetereya ewlehiyê tenê deriyekî vekirine û wê rojnamevan jî di deriyekî din de bikevin eywanê.