2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamevan Salaz jiyana xwe ji dest da

Kedkarê Çapemeniya Azad Necmedîn Salaz li nexweşxaneyek Silêmaniyê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da

Rojnamevan Necmettîn Salaz ku demeke dirêj di nava xebatên Çapemeniya Azad de dixebitî, li Nexweşxaneya Smart a Silêmaniyê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Rojnamevan Necmettîn Salaz ê ku ev demeke dirêj e bi nexweşiya sîrozê re têdikoşe, ev hefteyek bû di lênihêrîna giran de dihat ragirtin. Necmedîn Salaz zêdetirî 10 salan li Başûrê Kurdistanê dijiya. Salaz moderatoriya bernameya “Rojeva Başûr” ya ku li ser geşedanên li Başûrê Kurdistanê ji televîzyona Medya Haberê re radigihand, dikir.

Necmedîn Salaz di çalakiya bîranîna 27’ê Îlonê ya li Silêmaniyê ji bo şehîdê Çapemeniya Azad Seyît Evran de wiha gotibû: “Serê Kurdistan û gelê Kurd yê welatparêz sax be. Seyît Evran jîyana wî kurt bû, emrê wî dirêj nekir. Lê hin mirov ji bo ji 100 salî zêdetir bijîn dijîn.”