4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê tevlî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ bû

Înîsiyatîfa Gel a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, tev li pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî” bû û starta çalakiyên cur bi cur da

Pêngava, ku ji aliyê Platforma “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ve li 74 navendên cîhanê hatiye destpêkirin, li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî deng veda.

Înîsiyatîfa Gel a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê der barê mijarê di li Stadyuma Şehîdên 12’yê Adarê ya Qamişlo bi zimanê kurdî û erebî daxuyanî da çapemeniyê. Endamên Rêveberiya Xweser, rêveber û endamên rêxistinên sivîl-civakî, parsityên siyasî, rûsipiyên eşîretên kurd û ereb, rêxistinên jin û ciwanan, TEV-DEM û bi sedan kes tevlî daxuyaniyê bûn. Endama înîsiyatîfa Gel Henaa Xelîl bi kurdî, Endamê înîsiyatîfê Enwer El-Esir jî bi erebî daxuyanî xwendin.

Xelîl û El Esîk di daxuyaniyê de bibîr xistin ku li 74 navendên cîhanê pêngav hatiye destpêkirin û Înîsiyatîfa Gel a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî tevlî vê pêngavê dibe.

Xelîl û El Esîk di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kirin ku bi milyonan kurd Rêber Abdullah Ocalan, weke vîna xwe ya sîyasî dibinin û gotin: “Her wiha Ereb, Sûryan û gelek derdorên ji deverên cuda yên cîhanê jî wî weke rêberê xwe bi nav dikin; ji bo pirsgirêkên gelên bindest, komên etnîkî, olî, mezhebî, zayendî, ekolojîk û dijberên newekhevîyê weke vîna çareserî û aşitîyê tê dîtin. Lewma weke Rêberê Gelan tê qebûlkirin.

Xelîl û El Esîk anîn ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, 25 sal in di girtîgehekê de bi tenê tê hiştin û wiha lê zêde kirin: “Bi salan tekîlîyên wî bi cîhanê, malbata wî û parêzeran hatiye qutkirin; bi êşkence û kiryarên dervayî mirovahîyê re rûbirû dimîne. Tevî vê yekê felsefeya Rêber Abdullah Ocalan îlham daye hemû derdorên li çareseriyê digerin, lewma doza azadiya Rêber Abdullah Ocalan dozek cîhanî ye û li seranserê cîhanê partî, rêxistin, sazî û kesayet ji bo wî di nava çalakiyan de ne.

Pirsgirêka kurd jî pirsgirêkek navnetewî ye, mafên kurdan ên siyasî, çandî hatine binpêkirin, di komkujiyan re hatine derbaskirin, bi milyonan hatine koçberkirin. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku pêngava hatiye destpêkirin jî di asta cîhanê de ye û ger ku Rêber Abdullah Ocalan azad bibe, wê di pêkanîna azadî û aştiyê de ji hemû kesî zêdetir pêşengiyê bike, lewma divê Rêber Abdullah Ocalan ji girtîgehê bê derxistin, bibe xwedî şertên ku karibe rola xwe ya siyasî û çareseriya pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn pêk bîne.

Bi vê mebestê Înîsiyatîfa Gel a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî bi dirûşmeya “Ji Rêber Ocalan re Azadî, Pirsgirêka Kurd re Çareserî” tevlî pêngavê dibe û wiha hat gotin: “ Em bang li hemû rêxistinên civakî yên jin, ciwan, partiyên sîyasî û pêkhateyan dikin ku tevlî vê hemleyê bibin. Em ê bê navber bi rêya sîyasî, hukukî, dîplomasî û çalakiyên gel, têkoşinê pêş bixînin.”