spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hamleya Azadiya Ocalan bûye cîhanî

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus, têkildarî hamleya  “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ anî ziman ku ew hamle, êdî ji sînorê Kurdistanê derketiye û bûye cîhanî

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs, têkildarî hamleya “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî”  ku di  10’ê Cotmehê de ji aliyê dostên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li 74 navendan dest pê kir, nirxandinên girîng kir. Ahmet Karamûs, anî ziman ku êdî ew wekî hamle, kampanya an jî piştgirî bi nav dikin an jî tiştekî din bi nav dikin bila bikin, vê yekê sînorê Kurdistanê derbas kiriye û derketiye asta cîhanî û wiha got: “Ji Amarîka û Afrîka bigire heta  Hîndîstan û Japonya fireh bûye. Ev hamleya ku ji bo tecrîda Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir; hedef û armanca vê yekê azadiya birêz Ocalan e. Rewşa Rojhilata Navîn li pêş çavên me ye. Li hemû devera ku em lê dijîn nakokî û alozî gelek zêde ne. Gengeşiyên etnîkî, civakî û di asta aborî de berfireh bûye. Metirsiyek gelek gelek mezin li ser herêmê û aştiya cîhanê belav bûye.”

Pirsa kurd pirsa Îsraîl û Fîlîstînê ye

Ahmet Karamûs, da zanîn ku nakokiya van pirsgirêkan, alozî û gengeşiyê li Rojhilata Navîn e û wiha axivî: “Pirsa (kêje) kurd pirsa Îsraîl û Fîlîstînê ye. Neçareseriya pirsa  kurd dibe sedema rageşî, gengeşiya  li Rojhilata Navîn û cîhanê. Herêma Rojhilata Navîn ji bo hemû cîhanê cihekî gelek girîng e. Hemû alozî jî li vê herêmê ne. Li vê herêmê jî pirsa kurd û pirsa Îsraîl û Fîlîstinê jî di nav de ye. Ew hêzên dewletên dagirker û dîktator ên hegomonîst ku dixwazin hegomonya xwe ya beriya sed salî bi şûnde vegerînin yek ji wan jî dewleta tirk e. Ji bo ev pirs û kêje neyê çareserkirin, dewleta tirk konsepta şer dide pêş. Dixwaze her kes bi vî şerî mijûl bibe. Eger ev şer, gengeşî û alozî nebe, ev pirsgirêk dê bi rêya siyasî bê çareserkirin. Dewleta tirk ji bo hevî, stratejî û armancên xwe li ser stratejiya ku otorîteya osmaniya nû bi şûnde bîne van gengeşiyan zêde dike, politikaya şer dixe meriyetê. Ji ber vê yekê rola Birêz Ocalan bêtir derdikeve holê. Girîngiya paradigma, fikr û felsefeya çareseriyê ya Birêz Ocalan bêtir derdikeve holê. Ji bo ku birêz Ocalan nikaribe rola xwe ya çareseriyê bilîze, tecrîda li ser girantir kirine.”

Dewleta tirk valakirina Kurdistanê dike armanc

Hevserokê KNK’ê Karamus, destnîşan kir ku dewleta tirk li hemberî gelê Kurdistanê, bi awayekî giştî konsepteke îmha û komkujiyê pêk tîne û wiha lê zêde kir: “Dewleta tirk qirkirinê û valakirina Kurdistanê ji bo xwe dike armanc. Qirkirin, valakirin û îmha hedef û stratejiya dewleta tirk e. Ji ber vê sebebê destûr nade ku pirs bi rêya aştî û siyasetê çareser bibe.”

Dîroka dewleta tirk li ser talankirin û dagirkeriyê ava bûye

Hevserokê KNK’ê Karamûs, bibîr xist ku Rojhilata Navîn têra xwe gihiştiye asta şerê sêyemîn ê cîhanê û wiha berdewam kir: “Ev şerê sêyemîn dê hîn bêtir belav bibe û dewletên din wê tev li vî şerî bibin. Dewleta tirk jî dixwaze ji vî şerî fêdê bigire. Dîroka dewleta tirk hemû li ser dagirkerî, talankirin, wêrankirin, înkar, komkujiyê û şer hatiye avakirin. Ji ber vê yekê dewleta tirk vê rageşî û aloziyê bêtir geş dike. Dixwaze ev şer bêtir berfirehtir bibe. Ji ber vê yekê naxwaze tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe.”

Gelê cîhanê ji paradigmaya Ocalan bawer dike

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs, herî dawî bal kişand ser sedema piştgiriya gelên cîhanê û wiha got: “Bawerim cîhan di vê babetê de gihiştiye qeneetekê. Ev piştgiriya navneteweyî ku îro heye, li Latîn Amarîka, Amarîka, Ewropa, Hîndîstan, Japonya û welatên dîtir belav bûye. Ev piştgiriya ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan; ji ber têgihiştina wan a fikr, raman, bîr, felsefe û paradigmaya birêz Ocalan e. Ji ber ku ji paradigmaya wî ya çareseriyê bawer dikin vê piştgiriyê didin birêz Ocalan. Ji ber vê yekê li gelek welatên cîhanê beşdarî hamleye bûne, piştgiriyê didin û azadiya Birêz Ocalan dixwazin.”