7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiyên siyasî banga mîtinga 1’ê Îlonê kirin

Partiya Çepên Kesk û HDP'a Amedê têkildarî 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê daxuyanî dan. Partiyan bang li hemû rêxistinên civakî kir ku beşdarî mîtînga 1'ê Îlonê ya li qada Îstasyonê pêk bê bibin

Partiya Çepên Kesk û HDP’ê têkildarî 1’ê Îlonê  Roja Aştiya Cîhanê bi daxuyaniyekê banga mîtînga 1’ê Îlonê ya li Qada Îstasyona Amedê kirin û xwest her kes beşdarî mîtîngê bibin.

Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li Şaxa Odeya Endezyarên Madenê ya Amedê daxuyaniyek dan. Hevserokên Partiya Çepên Kesk Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn, Hevserokên HDP’ê Gulistan Atasoy û Zeyad Ceylan, rêveber û endamên sazî û dezgehên sivîl başdarî daxuyaniyê bûn. Rêveber û nûneran di daxuyaniyê de pankarta “Em ji bo aştiya civakî jiyaneke wekhev û azad ava dikin” daliqandin. Hevserokê Partiya Çepên Kesk Abbas Şahîn daxuyanî da. Şahîn anî ziman ku gelek mirovên bi komî li kelekan siwar dibin, noqî avê dibin û di ava behrê de dixeniqin. Ev hemû encama polîtîkayên dewletan e. Her roj xweza tê qirkirin û talankirin. Kesên li dijî qirkirina xwezayê disekinin rastî astengiya hêzên dewletê tên. Gelek herêmên Kurdistanê ên wekî Cûdî, Gabarê daristanê dişewitînin û talan dikin. Êdî zagonên xwe jî nas nakin. Welat kirine girtîgeh. Zagonan jî bo diz, tacîzkar û tecawuzkaran derdixin û wan serbest berdidin.”

Şahîn, herî dawî destnîşan kir ku dê di 1’ê Îlonê de li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtîngê li dar bixin. Şahîn bang li hemû sazî, rêxistinên civakî û kesên aştî û demokrasiyê dixwazin kir ku di 1’ê Îlonê de beşdarî mîtîngê bibin.