21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şenyaşar: Çima hûn hîn kujer diparêzin?

Malbat, îro jî bi daxwaza edaletê ji deriyê Meclisê heta Wezareta Dadê meşiya

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) 846 rojan li pêş Edliyeya Rihayê berdewam kir. Emîne û kurê xwe piştre derbasî Enqereyê bûn. Nobeta wan li Enqereyê 32 in didome.

Malbat, îro jî bi daxwaza edaletê ji deriyê Meclisê heta Wezareta Dadê meşiya. Dîsa polîsan bi hinceta ku “Wezîr li derveyî bajêr e” nexwestin ku malbat bikeve avahiya wezaretê. Polîsan dîsa rojnamevan jî asteng kirin.

Emîne Şenyaşar bertek nîşanî helwesta polîsan da û destnîşan kir ku parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Xelîl Yildiz tê parastin û got: “Malbata min tune kirin.” Dema welatiyek xwest biçe cem malbatê, polîsan welatî asteng kir û ji wir dûr kirin. Şenyaşar dîsa bertek nîşanî polîsan da û got: “Çima hûn Xelîl diparêzin? Çima hûn li ser serê me kom dibin û derdora me digirin.

Malbat dîsa vegeriya Meclisê.