spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pasdarên Îranê kolberekî 20 salî kuşt

Li sînorê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê pasdarên Îranê êrîşî kolberan kir, di encamê de kolberek 20 salî jiyana xwe ji dest da

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, li gundê Zile yê ser bi Bane ya Rojhilatê Kurdistanê ve, pasdarên Îranê êrîşî komek kolber kiriye. Çavkaniyê ragihand ku di encama êrîşa pasdaran de kolberek birîndar bû, piştî ew rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Hate gotin ku navê kolberê jiyana xwe ji dest daye, Hoşyar Hesen Zadeyî yê 20 salî ye.

Li gorî daneyên Kolbernewsê di nava 10 salên borî de piraniya wan di encama êrîşên pasdarên Îranê de, her wiha ji ber hewaya sar, şert û mercên giran û rêya nexweş, hezar û 795 kolberan jiyana xwe ji dest dane.