spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK dixwaze di nava Êzidiyan de pêş pêş bixe

Rojnamevan û nûçegîhana Rojnewsê Meryem Elî li ser rastiya PDK’ê û politikaya wê ya li dijî kurdan analîzek amade kir. Meryem Elî diyar dike ku PDK piştî kuştina navbera kurdan vê carê kuştina navbera civaka êzidî dike

PDK bi salan e bi awayekî neyînî di rojeva gelê kurd de ye. Bi taybetî li dijî yekîtiya gelê kurd dikeve rojevê. Dîsa herî zêde bi hevkariya Tirkiyeyê û dijberiya partiyên kurdan ên doz û têkoşîna azadiyê dike dikeve rojevê. Di salên dawî de êdî bi awayekî şênber hemû sînorê axa xwe ji artêş û dewleta tirk re vekiriye û rê li pêşiya kuştinan vedike. Li ser axa xwe peyvira xwe ya parastina Şengal û Mexmûrê jî pêk nîne û rê li pêş êrîşên li dijî wan vedike.

Rojnamevan û nûçegîhana Rojnewsê Meryem Elî li ser rastiya PDK’ê û politikaya wê ya li dijî kurdan analîzek amade kir. Analîza Meryem Elî ya Rojnewsê wiha ye:

Tu partiyek li Kurdistanê bi qasî PDK’ê li ser kurd û Kurdistanê siyasetê nake. Gotinên mezin û nepixî nake. Ji ber ku ne daneheveke wê ya teorîk, îdeolojîk heye, ne jî xwedî siyaseteke gelparêz û demokratîk e. Ne jî xwedî aboriyeke xwe dispêre hêza xwe ya cewherî. Encax dikare xwe bi gotinên nepixandî bide jiyîn, ji ber vê ye ji bo rastiya xwe veşêre, pêwîstî bi gotinên mezin ên wekî, ‘Kurd, Kurdistan, dewleta Kurdî’ dibîne. Zikê kîjan kurdî bi van gotinên PDK’ê û Barzaniyan têr dibe? Encax kurdên ku ti peywendiya wan bi welatparêzî û Kurdistanê re nîne, piştgiriyê didin vê derewa PDK’ê. Hem dîroka PDK’ê hem jî kiryarên wan yên îro, têra xwe piştrast dike ku ti peywendiyeke PDK’ê bi welatparêzî, kurd û Kurdistanê re nîne. Ji zêdeyî sedî 70’yê civaka Başûrê Kurdistanê û ji sedî 90’ê gelê kurd PDK’ê û Barzaniyan, weke ‘Xakfiroş, xwefiroş û xayîn’ pênase dikin. Ev siyaseta PDK’ê ya dijî kurd ya bi kirasê neteweperestiya kurd, êdî di nava kurdan de deşifre ye û ti qîmetek xwe nemaye.

PDK li Başûrê Kurdistanê du parêzgehan birêve dibe, lê weke hikûmet dest daniye ser hemû Başûrê Kurdistanê, pêşkêşê efendiyên xwe dike û bi hev re xwîna gel dimijin. Lê eger piştgiriya dagirkeran ji PDK’ê re nebe, ne gengaz e ku PDK li Kurdistanê û di nava gelê kurd de li ser piyan raweste. Ji xwe civaka Behdînanê civakek heta tu bêjî welatperwer e, her çiqas wekî girseya piştgiriyê dide PDK’ê xuya bike jî, yên xelkê Behdînanê nas bikin wê bibînin ku, gel çiqas ji PDK’ê nerazî ye. PDK beşeke ji civakê xistibe bin bandora xwe jî, riheke pir xurt a welatperweriyê li Behdînanê heye. Ji ber vê li Dihoka ku weke navenda PDK’ê tê zanîn, rewş wekî ku ji derve xuya dibe nîne. PDK Hewlêrê jî pêşkêşê hemû rêxistinên mafya, çete, dagirker û dezgehên şerê taybet û îstîxbaratê kiriye. Lewma bajareke ewqas Kurdistanî, niha bêhna Kurdistanê jê nayê. Kurdên piştgirî didin PDK jî eger bi rastî bi niyeta kurdewariyê vê piştgiriyê didin, divê bizanin piştgiriya wan xizmeta talankirina Kurdistanê û qirkirina kurd dike. Encam, kurd û Kurdistanî PDK’ê li Kurdistanê naxwazin û divê qada siyasî ya kurd jî siyaseta xwe li gor vê rastiya gel safî û zelal bikin.

PDK ne tenê li ser civaka kurd, li ser êzidiyan jî heman siyaseta têkbirinê, ji hev belavkirinê dimeşîne. Herçend bi fermanê re ev durûtiya wê xuya kiribe û rûyê wê yê rast ji aliyê êzidiyên welatperwer ve teşhîr bibe û ti baweriyeke wan bi PDK’ê nemabe jî, PDK hewl dide hinek merciyên girîng yên êzidiyan kontrol bike, ji bo berjewendiyên xwe bikarbîne. Ev siyaseta PDK’ê bûye sedem ku parçebûnê di nava civaka êzidî de kûr çêbike. PDK siyaseta parçekirina gelê kurd û dest avêtina pîroziyên wan, li ser civaka êzidî jî pêk tîne. Nebûna helwesteke cidî ya van merciyan a li dijî PDK’ê, zirarê dide wan û dide civaka Êzidî. Helbet tevî ku rastiya PDK’ê di fermanê de û di gelek bûyerên beriya fermanê de jî eşkere bûye jî, hîn hewldana bicîhkirina siyaseta PDK’ê di nava civaka êzidî de balkêşe!

Eger gerîlayên HPG’ê bi bangawaziya Rêber Abdulah Ocalan xwe negîhandina Çiyayê Şengalê wê qira Êzidiyan hatiba û cihek bi navê Şengalê nemaba. Tevî vê rastiyê jî PDK bêyî ku şerm bike, hê jî li ser Şengalê daxwaza heq dike! Bi rastî jî divê were pirsîn, PDK bi çi rûyê mafê gotinê di xwe de dibîne ku li ser navê êzidiyan biaxive, siyasetê bike, peymanan îmze bike? Mesrûr Barzanî wekî ku em di ‘Serdema Cahiliye’ de bin û haya kesî ji dinyayê nebe, derewa ku di ber rizgarkirina Şengalê de ‘500 pêşmerge şehîd dane’ dûbare û dûbare dike. Herkes di fermana 2014’an de dît ku kî ji Şengalê direviya û kî ber bi Şengalê ve dihat!

Êzidiyên li Şengalê man û li ber xwe dan êdî naxwazin ne PDK ne jî navê PDK’ê li Şengalê bimîne. Gotineke pêşiyan heye û dibêje ‘Siwarê hespê her peya ye’. Civaka êzidî piştî fermanê nema xwe dispêre hêzeke cûda, li hespê xwe siwar bûye û ber bi pêşerojeke azad dimeşe. Ev fikir û feraset, îrade û xwestek di encama fikrê Rêber Abdullah Ocalan û keda pîroz a şagirtên wî li Şengalê pêşket. PKK’ê civaka êzidî hem ji qirkirina fizîkî xilas kir û tedbîrên ji bo rûberûbûna fermanan girt û ji bo vêya bi rêya ciwanên xwebexş yên êzidî YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ava kir, hem jî ji bo pêşî li qirkirina çandî û felsefeya êzayetiyê bigire, sazîbûnenekî kokdar pêşxist. Civakê anî astekî bixwe xwe rêve bibe û vêya jî bi Rêveberiya Xweser tacîdar kir. Niha li Şengalê pêvajoya beriya fermanê û piştî fermanê heye. Êzidî, wekî ji xweliya xwe ji nûve zindî bibin, gav avêtin nava jiyaneke nû û derfetên jiyaneke azad ji xwe re afirandin. Bi gotina wan, ew êdî ne Êzidiyên berê ne, êdî dost û dijmin ji hev derdixin û tenê Êzidiyên xwe ne.

PDK’ê dema dît, êdî nikare vegere Şengalê û weke beriya fermanê civaka Êzidî bike kole û xulamê xwe, vê carê bi piştgiriya dewleta tirk bi serokwezîrê demê yê Iraqê Mistefa El-Kazimî re bû yek û peymaneke li dijî Rêveberiya Xweser ya Şengalê û hêzên wê yên parastinê îmze kir. Li gorî vê peymanê divê qeymeqamek li gorî berjewendiyên dewleta tirk û PDK’ê were tayînkirin, rêveberiya xweser were hilweşandin, Asayîşa Êzidxanê teslîmê polîsên federal were kirin û hêzên YBŞ û YJŞ’ê werin tasfiyekirin. Ev bi salan e PDK li gel dewleta tirk bi her awayî hewl dide li Şengalê encamê bigire, çi bi sîxûrkirina ciwanên Êzidî û êrîşên hewayî û komployan dibe, çi bi rêya şantajkirina li ser koçberên Êzidî, çi bi koçberkirina sistematik a Êzidiyan bo derveyî welat û astengkirina vegera li Şengalê dibe, çi jî bi rêya destwerdanên leşkeri dibe, nekarî Şengalê dagir bike û dûbare bixe bin kontrola xwe de. Dema PDK tevlî hikumeta Sûdanî jî bû, şerta wê ya sereke pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê bû. Li gel hikûmeta federal jî ketin nava çend hewldanan, lê hemû hewldan şikest xwarin. Hikûmeta Federal jî dixwaze bêyî ku aloziyeke cidî bi Êzidiyan re çêbibe, çareserî pêş bixe, lê PDK û dewleta Tirk asteng in li pêşiya çareseriya siyasî. Ji ber Iraqê nekariye bi darê zorê peymanê li Şengalê li ser civaka Êzidî ferz bike, rayedarên PDK’ê wan tawanbar dikin û li dijî civaka Êzidî sor dikin.

Piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan ya Iraq û Herêma Kurdistanê, careke din rewşa Şengalê hate rojevkirin û ji bo pêkanîna peymanê trafîkeke hevdîtinan destpê kir. Di serdana Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Abbasî ya Tirkiyeyê de, di Dîdara Merî ya Hewlêrê de û çend hevdîtinên din de rojeva Şengalê careke din hate germkirin. Di Dîdara Merî de rûniştineke taybet ya bi sernavê, ‘Peymana Şengalê, pêşketin û astengî’ pêkhat. Ev rûniştin, bi beşdariya Wezîrê Karên Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ku îmzeya wî di bin peymanê de heye û di heman demê de di dezgeha Parastinê de jî ji mêza Şengalê berpirsyar e, Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Nîştîmanî ya Iraqê Qasim El-Eracî û cîgirê nûnertiya NY’yê bi rêve çû. Li gorî nîqaş û nirxandinan, xuya dibe ku wê hewldaneke nû li dijî Şengalê destpê bike. Vê carê eger êrîşek pêk were jî, dibe pir alî be û hewl bidin encamê bigirin. Li gorî nîqaşên dîdarê, komîteyek ji bo cêbicêkirina peymanê li gel Iraqê û Tirkiyeyê hatiye avakirin. Ev komîte niha li ser mijarê kar dike.

Balkêş e piştî axaftinên Rêber Ehmed, berpirsên çekdarên PDK’ê yên Şengalê Qasim Şeşo û Heyder Şeşo bi PDK’ê û Barzaniyan re hevdîtin kirin. Encama hevdîtinên xwe jî bi xetên sereke bi rêya ragihandinê parve kirin. Çekdarên PDK’ê yên di bin fermandariya Heyder Şeşo û Qasim Şeşo de weke îdîa dikin, hejmara wan ewqas zêde nîne û ti hêzeke wan ya cidî jî li Şengalê nîne. Hêza ku heye jî li dora Şerfedîn e û ti bandoreke wan li ser parastina Şengalê an jî civaka Êzidî nîne.  Ruxmê ku ew hêz û qudret heye jî heya niha hêzên parastinê yên Şengalê li dijî van kes û hêzan neketine nav tevgereke leşkerî. Ji ber ku Fermandariya YBŞ-YJŞ’ê jî, Fermandariya Asayîşa Êzîdxanê timî li beramberî xefkên PDK’ê ya hewl dide Êzidiyan bihev bide şerkirin, hişyar bûn û nehatin van xefkan. Lê di rastiyê eger bixwazin an jî ev çekdar dest bi provakasyonan bikin, dikarin pir rehet tedbîrên pêwîst bigirin. Lê siyaseta esasî ya Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên parastinê ew e ku rê li ber siyaseta parçekirina civaka êzidî û derxistana şerê navxweyî bigirin.

Ya sosret jî ew e ku kesekî weke Qasim Şeşo ku her carê hêzên parastina Şengalê wekî ‘hêzên neyasayî’ îtham dike, ew bi xwe jî ne hêzeke fermî ya pêşmerge ye! Ji ber vê, ji bo fermîkirin û zêdekirina pereyê çekdarên xwe serdana Barzanî kir. Eger li gorî qanûnên Iraqê biçin, divê di serî de çekdarên her du Şeşoyan werin bêçekkirin.

Qasim Şeşo dibêje, wê hejmara xwe zêde bikin û dê Barzanî çeken pêşketî bide wan. Ev peyamên Şeşo îşaret bi metirsiyekî dike. Ew jî hewldanên Barzaniyan ya derxistina şerê Êzidî bi Êzidî re ye. Herçend heya niha timî provakasyonên PDK’ê di destê wan de teqiyabe jî, lê ev hewldan hewldaneke metirsîdar e ku divê ti Êzidî nekeve xizmeta vê siyaseta qirêj. PDK îro bikartîne, sibe diavêje. Nabe ku Êzidiyek çek li Êzidiyek din rake, ev di baweriya Ezdatiyê de jî di dîroka Êzidiyan de nîne, lê çawa ku PDK’ê di nav Kurdan de şerê navxweyî pêşxist, dixwaze heman tiştî di nav Êzidiyan de jî pêş bixe.

Hemwextê hevdîtinên her du Şeşoyan, Nadiya Mûrad bi Nêçîrvan Barzanî re rûnişt û Viyan Dexîl jî daxuyaniyek da çapemeniyê û Iraqê li dijî Rêveberiya Xweser ya Şengalê û civaka Êzidî sor kir. Her wiha ji Iraqê xwest, bi darê zorê jî be, peymana 9’ê Cotmehê li ser civaka Êzidî ferz bike. Ji daxuyaniyan û trafîka hevdîtinan xuya dibe ku PDK û dewleta Tirk li Şengalê li pey provakasyonên xeter in. Tişta ku nekarî bixwe, bi destê Iraq û dewleta Tirk bike, niha hewl dide bi destê hin Êzidiyên hevkar bide kirin.

PDK tevî hemû hewldanên Iraqê û Wezareta Koç û Koçberan jî, koçberên Êzidî weke şantajek di destê xwe de digire, bi şertê pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê destûr nade Êzidiyên koçber vegerin ser warê xwe. Her wiha ji bo hilbijartinên parêzgehan jî dixwaze bikarbîne. Helbet civaka Êzidî nayê van lîstokên PDK’ê û di rewşeke muhtemel ya ev pêk were de jî, xuya dibe ku wê PDK û dûvikên wê bikevin xefka xwe û bombe dîsa di destê wan de biteqe. Di rewşeke wisa de dibe ew cihên ku niha di destê xwe de jî ji dest bidin. Ji ber civaka Êzidî êdî PDK’ê di nav xwe de naxwaze û dest ji derfeta azadiyê ya bidest xistiye bernade. Wê ew ciwanên Êzidî yên ji ber sedemên madî çeka wan rakirine jî, çeka xwe li xwişk û birayên xwe ranekin û nebin şîrikên vê bêrûmetiyê. Di vê rewşê de wê her du Şeşo li holê bimînin û PDK jî êdî dest jê berde. Wekî peyva dawî, civaka Êzidî êdî ne berxê li ber devê kêrê ye. Yên dixwazin li Çiyayê Şengalê nêçîrvaniya xezalan bikin dibe bi xwe bibin nêçîr!