spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘PDK li Kerkûkê alozî derxist’

Di aloziyên li Kerkûkê de 4 ciwanên kurd jiyana xwe ji dest dan. Rêveberê Malbenda YNK’ê ya Kerkûkê Remezan Cebarî têkildarî provokasyonê axivî û wiha got: “Xelkê Kerkûkê ji ber aloziya ku PDK’ê li Kerkûkê derxistiye bi fikar û nerazîne. Tişta ku rûda ji bo kerkûkiyan karesatek mezin bû”.

Komek faşîst ên alîgirên Tirkmenên Eniya Tîrkmenan û suniyên selefi yên ji hêla dewleta tirk ve tên rêvebirin û tifaqa PDK’ê ne ji bo porvokasyonê derxin pêr rêya sereka ya navbera Kerkûk û Hewlêrê girtibûn. Kurdên li taxa Rehîmawa ya Kerkûkê dijîn li dijî vê provokasyonê derketibûn kolanê û rastî êrîşa çekdarî  hatin û herî kêm 4 ciwan jiyana xwe ji dest dabûn.

Rêveberê Malbenda YNK’ê ya Kerkûkê Remezan Cebarî têkildarî provokasyonê da li ser çapemeniyua fermî ya YNK’ê daxuyanî da. Cebarî diyar kir ku PDK’ê dikarî piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an û şûnde bi rêya hikûmeta Iraqê bê şer û aloziyan bi awayek fermî vegere Kerkûkê. Cebarî got ku  PDK ji bo li Kerkûkê aloziyan derxe ketiye nava hewldanê û wiha axivî: “PDK ji bo li Kerkûkê aloziyan  derxe û pêvajoya propagandaya hilbijartina encûmenên parêzgehan têk bibe, bi destwerdanên derve daxwazên xwe xist nava daxwazên xwepêşanderan û alozî li Kerkûkê derxist. Di encama van aloziyan de 4 kes şehîd û 15 kes jî birîndar bûn.”

Cebarî ragihand ku di nava baregeha ku ji ber wê alozî derketin de 30 endamên dezgeha Parastin a PDK’ê dewam dikin, lê PDK vekirina wê baregehê kiriye behane daku aramiya bajêr xira bike û wiha berdewam kir: “Xelkê Kerkûkê ji ber aloziya ku PDK’ê li Kerkûkê derxistiye bi fikar û nerazîne. Tişta ku rûda ji bo kerkûkiyan karesatek mezin bû”.