18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK tev li Tifaqa Kurdistanî nebû

Partî û hêzên Başûrê Kurdistanê ji bo hilbijartinên herêmî yên ku herêmên binakok in di nava liv û tevgerê de ne. Di encama xebatên partiyan de ji xeynî PDK’ê 13 partî ji bo hilbijartinê tifaqek ava kirin.

Li Başûrê Kurdistanê bi salan e statuya Kerkûkê û bajarên wekî binakok tên zanîn nehatine diyarkirin. Ji ber vê yekê pirsgirêkên herêmên binakok her ku diçe kûrtir dibe. Ji bo çareseriyê partiyên li derveyî PDK’ê di nava liv û tevgerê de ne. Ji 13 partiyên siyasî yên kurdistanî, ji bo beşdarbûna hilbijartinên encûmenên bajarên Iraqê ên li herêmên binakok (herêmên dikevin madeya 140’î),  tifaqek ava kirin. Hat ragihandin ku 13 partiyên siyasî Tevgera Goran, Tevgera Demokrat a Gelê Kurdistan, Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Partiya Kedkarên Kurdistanê, Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê, Partiya Gelê Turkmen, Partiya Komînîst a Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê, Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê, Hevpeymaniya Nîştîmaniya Kurdistanê, Hevpeymaniya Nîştîmaniya Kurdistanê/ Rêveberiya Demkî, Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê û Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê li baregeha Hizba Komînîst a Kurdistanê li ser vexwendina Lijneya Karên Hevbeş a Partiya Çep a Kurdistanê civînek li dar xistine.

Ji bo paratina mafên kurdan e

Tifaqa partiyên Kurdistanî bi daxuyaniyekê ji raya giştî re hat aşkerakirin. Hat diyarkirin di civînê de hemû partiyan biryar dan ku lîsteyek berfireh a Kurdistanê li herêmên binakok pêk bînin û bi lîsteyekê beşdarî hilbijartinan bibin. Beşdarên tifaqê bang li partiyên din ên Kurdistanî kirin ku di zûtirîn demê de lîsteyeke Kurdistanî pêk bînin û beşdarî wan bibin da ku bikarin di hilbijartinan de zêdetir dengan bistînin û mafê kurdan biparêzin.

Di Tifaqa Kurdistanî ya ku Yekitiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Komeleya Dadgerî, Hizba Komînîst, Partiya Sosyalîst û Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê pêşengiya wê dike de PDK û Yekgirtûya Îslamî di tifaqê de cih nagirin. Der barê cihnegirtina PDK’ê de agahî hatin bidestxistin.