6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP`ê ji bo salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyek da

HDP’ê bi boneya salvegera 11’emîn a şoreşa 19’tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da û got: “Şoreşa Rojava rûmeta mirovahiyê ye, divê her kes xwedî lê derkeve.”

Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) der barê salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da. HDP’ê di daxuyaniya xwe de 11 salvegera şoreşa 19’ê tîrmehê bibîr anî û soza ji bo parastina destkeftiyên vê şoreşa da. Di daxuyaniyê de li ser wê yekê hate rawestandin û hate gotin ku parastina maf û destkeftiyên gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxwaza statuya herêmê wezîfeya hemû kesên azadîxwaz e. Her wiha di daxuyaniyê de li ser êrîşên hikûmeta tirk û bêdengiya hêzên navneteweyî hate rawestandin.

Daxuyaniya HDP’ê ya der barê şoreşa Rojava de wiha ye:

“Di ser Şoreşa Rojava ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de bi pêşengiya gelê Kurd û bi hevkariya gelên Suriyeyê pêk hat re 11 sal derbas bûn. Di destpêka şerê Sûriyeyê yê navxweyî de gelên Sûriyeyê di navbera rejîma Esad û feraseta DAÎŞ’ê de hate hiştin. Lê li gel vê yekê gelê Kurd û gelên Sûriyeyê bi ferasetek demokratîk azadîxwaz û bi pêşengiya jinan şoreşeke girîng pêk anîn. Şoreşa Rojava ku jinan û ciwanan pêşengiya wê kir, îro li gel ambargo û êrîşên dijmirovî di têkoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de riya têkoşîna azadiyê vekir û ji bo hemû mirovahiyê jî hêviya wekhevî û azadiyê afirand.

Îktidara AKP’ê û çeteyên DAÎŞ’ê ku neyarê gel û mirovahiyê ne ji serî heya niha dijberiya Şoreşa Rojava dikin û ji bo ku vê şoreşê bifetisînin di nav hewldaneke bênavber de ne. Ji bo vê yekê li hemberî Rojava her cureyên êrîşan pêk tînin. Li hemberî van êrîşan bêdengî û hevkariya Neteweyên Yekbûyî û hemû dewletên ku mafên mirovan ên bingehîn qebûl kirine, ji bo dinyayekî azadtir û siberojekî demokratîk gefekî mezin e.

Ji aliyekî ve gelên cîhanê daxwaza qebûlkirina statuya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê dikin ji aliyê din ve Tirkiye û rejîma AKP’ê li hemberî gelên sivîl ên Rojava êrîşên hewayî û sûîqestî bênavber dimeşînin. Ev êrîş bi ti awayî ji alî hêzên navnetewî ve nayên astengkirin, hêzên navneteweyî van êrîşan temaşe dikin û car caran piştgirî didin van êrîşan. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi mirinê re rû bi tên hiştin. AKP bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî mudaxeleyê demografiya herêmê dike. Hem dixwaze hafizaya gelê Kurd têk bibe û hem jî heremê ji gelê Kurd vala bike. Divê bê zanîn ku ev êrîş ne tenê li hemberî gelê Kurd e, li hemberî hemû gel, jin, ciwan û baweriyên ku dixwazin birûmet, azad û bi awayekî hevpar bi hev re bijîn tê meşandin. Parastina maf û destkeftiyên gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxwaza statuya herêmê wezîfeya hemû kesên azadîxwaz e.

Em Şoreşa Rojava ku 11 sal berê pêk hat û di serî de hêviya jiyana azad û wekhev da Rojhilata Navîn û hemû gelan, silav dikin. Em soz didin ku em ê peywira xwe ya ku destkeftiyên Şoreşa Rojava mayînde bibin, bi cîh bînin. Gelê Kurd jî dê ti carî dev ji destkeftî û azadiya xwe bernede. Bi vê mebestê em bang li hemû gelên Rojhilata Navîn, Tirkiyeyê û dinyayê dikin ku ji bo jiyanek azad û demokratîk piştgirî bidin Şoreşa Rojava û vê şoreşa mirovahiyê bi parêzin.”