19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK’ê 15 ciwanên êzidî binçav kir

Hêzên PDK’ê 15 ciwanên êzidî yên ji bo tevlî Cejna Cimayê bibin çûn Laleşê binçav kirin. Hêzên PDK’ê di bin çavan de îşkence li ciwanan kirine û sîxûrî li wan ferz kirine.

Li seranserê Şengalê zêdetirî mehekê ye rojên pêncşem û înê cejnên Cimayî yên êzidiyan tên pîrozkirin. Êzidiyên li her devera cîhanê piştî li cihên ku lê dijîn cimayiyên xwe pîroz dikin, qubên xwe ciwan dikin û hilêla xwe lê siwar dikin, ji bo fînala cimayî jî serdana Laleşê dikin. Li gorî baweriya êzdayetiyê divê her ciwanek êzidî herî kêm carekê serdana Laleşê bike û li wir bi ava kaniya spî were mohrkirin.

Ji 6’ê mehê ve cimaya Laleşê dest pê kiriye û bi coş û xiroş tê pîrozkirin. Êzidî ji her aliyê cîhanê û bi taybet jî ji Şengalê serdana Şêxadî dikin. Her wiha ji Şengalê jî gelek ciwan û xelk serdana Laleşê kirin û tevlî merasîmê bûn. Li gorî nûçeyeke ku Rojnewsê daye, pêşmerge û asayîşa PDK’ê yên li deriyê Laleşê nasnameya êzidiyan kontrol dikin 15 ciwanên êzidî binçav kirine.

Li gorî nûçeyê, her pazdeh ciwanên ku hêzên PDK’ê ew binçav kirine di nava Asayîşa Êzidxanê saziyên Rêveberiya Xweser de cih digirin. Hêzên PDK’ê piştî ku wan binçav kirine ciwanan birine Navenda Parastinê ya Dihokê. Heta niha 7 ciwan hatine berdan û 8 ciwan jî hê di bin çavan de ne. Ciwanên hatin berdan, dane zanîn ku hêzên PDK’ê îşkence li wan kirine û di îşkenceyê de sîxurtiya ji bo MÎT û Parastinê li ser wan ferz kirine.

Her wiha ciwanan, destnîşan kir ku hêzên PDK’ê ji wan xwestine ku der barê berpirsên Rêveberiya Xweser û pêşengên Şengalê de agahî bidin.