10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tiryakî: Wê 31’ê Adarê bibe bersiva 14’ê Gulanê

Hevberdevkê Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî yê di Konferansa Herêmî ya Amedê de axivî, diyar kir ku dê bersiva hilbijartina giştî di 31’ê adarê de bidin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk ku dê di 12’ê mijdarê de li Enqereyê bê lidarxistin de li Eywana Dawetê ya Ayaz a li navçeya Peyasa Amedê Konferansa Herêmî ya Amedê pêk tîne. Li eywana konferans lê tê lidarxistin pankartên “Bi civaka rêxistinî ber bi rêveberiyên herêmî yên demokratîk ve” û “Hevserokatî xeta me ya mor e” hatin daliqandin.

Nûnerên partiyên siyasî, parlamenterên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) ên Amedê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kes beşdarî konferansê bûn.

‘AKP û MHP heman tiştî li Rojava dikin’ 

Hevberdevkê Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP’ê û parlamenterê HEDEP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî destpêka konferansê axivî, diyar kir ku herêm di nava xwîn û rondikên çavan de xeniqiye û wiha got: “Em hemû şahidiyê ji êrîşên xwînxwar û nemerdî yên navbera Îsraîl û Fîlîstînê re dikin. Wisa xuya ye ku ev xwîn û rondik wê nesekinin… Ev şer mezintir û herêmîtir bûye, ji ber ku cîhan mîna ku tîmekê bigirin, aliyan digirin. Îrana piştgiriya Hamasê dike û Amerîkaya dibêje em ê piştgiriya Îsraîlê bikin û rojavayê cîhanê pirsgirêkê çareser nakin. Her roja ku diçe bîlançoya şerê bixwîn zêde dibe. Aliyê me diyar e. Em her tim li cem azadiya Filistînê sekinîn lê me tu car êrişên li dijî mirovahiyê jî qebûl nekirin. Her roj mizgeft, nexweşxane tên bombekirin. Ev şer wê de operasyona bi bêjahiyê bigihe astên xetertir. AKP û MHP’a vî welatî bi rê ve dibin, qaşo di vî şerî de li cem mirovahiyê disekinin, pêkanînên dermirovî yên Îsraîlê rexne dikin. Lê heman tiştî li Rojava dikin. Li Rojava santralên ceyranê, çavkaniyên avê û qadên jiyanê yên mirovan tên bombekirin. Desthilata heman tiştî dike xwe weke di şerê Îsraîl û Filistînê de li cem mirovahiyê disekine nîşan dide. Em ne zilma Îsraîl li Filistînê dike ne jî tiştên AKP û MHP li Rojava dikin qebûl nakin.”

‘Em ê ji bo namzetan li her deryî bidin’

Tiryakî bi bîr xist ku di hilbijartina giştî de encamên ku dixwestin bi dest nexistine û ew ê bi rêxistinbûyîna nû bersiva vê pêvajoyê bidin. Tiryakî anî ziman ku wan di pêvajoya rêxistinkirinê ya nû de nêzî 600 civînan li dar xistine û got: “Me konferansên xwe yên bajêr û herêman li dar xist. Em li ser gelek pirsgirêkên xwe axivîn. Me organên xwe yên navendî ji sedî 94’ê wê guhert. Her kesî meraq dikir ku wê di 15’ê cotmehê de kongreya me çawa bibe. Me dizanibû ku wê têkoşîna esasî û bingehîn piştî 15’ê mehê dest pê bike. Me di kongreyê de got em ê gelek tiştan bikin, niha dem dema pêkanîna tiştên ku me gotiye. Wê piştî pênc şeş mehên din li vî welatî hilbijartina xwecihî bê lidarxistin. Her tiştên em xeyal dikin, her tiştên ku em dixwazin em ê di vê hilbijartinê de pêk bînin. Em ê di diyarkirina namzetan de li deriyê her malê bidin, em ê li pirsgirêkên wan, pêşniyaz û rexneyên wan guhdar bikin û xwe ji bo hilbijartinê amade bikin.”

‘Em ê bersivê di hilbijartinên 31’ê adarê de bidin’

Tiryakî destnîşan kir ku hilbijartinên xwecihî ew hilbijartin e ku gel dixwaze xwe bi xwe birêve bibe û wiha axivî: “Lewma desthilatdarî çav berdaye destkeftiyên me û qeyûman tayîn dike. Em ê dîsa nîşan bidin ku ka em şaredariyên xwe çawa ji destên qeyûman derdixin. Em ê siberojan bajaran diyar bikin. Em ê bi vê hilbijartinê xeyala ku em bajarek çawa dixwazin, dinyayek çawa xeyal dikin nîşan bidin. Divê em bi van fikr û ramanan xwe ji bo hilbijartinê amade bikin. Divê ji endamên me yên meclisa giştî ya bajêr û endamên meclisa şaredariyan heta rêveberên me yên navenda giştî divê her kes xwe bi vê nêrînê ji bo hilbijartinê amade bike. Em dikarin bersiva hilbijartina giştî di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de bidin. Yên ku vê bikin em û gelê me ye. Divê pêşengê xebat û kar rêveberên me bin. Em ê hemû bi hev re bi ser bikevin.”