spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pedersen: Divê aloziya Sûriye li gor biryara NY’ê çareser bibe

Nûnerê taybet ê NY`yê yê Sûriyeyê Geir Otto Pedersrn bi bîr xist ku hewcedariya 16 milyon sûriyeyiyan bi alîkariyê heye, divê li gorî  biryara 2254’an a Netewên Yekbûyî agirbest pêk were

Pedersen di civîna Meclisa Ewlehiyê ya têkildarî rewşa Sûriyeyê de roja sêşemê lidarnexistina gera 9`emîn a komîteya destûrî rexne kir. Pedersen got: “Di heman demê de faktorên din ên aloziya Sûriyeyê berdewam in û sedema sereke ya windahiyan e. Divê alozî li Sûriyeyê raweste û li gorî biryara 2254’an agirbest pêk were.”

Her wiha Pedersen bal kişand ser rewşa girtiyan û windahiyan kir û got: “Têkildarî rewşa 100 hezar girtî û windahiyan me heta niha li gorî biryara 2254’an tu encam bi dest nexistin.”

Cîgirê sekreterê giştî yê kar û barên mirovî yê NY`yê Martin Griffiths jî got: “Encamên xirab ên erdhejên trajedîk û aloziya ku 13 sal e berdewam e, hîna dewam dikin.”

Martin Griffiths destnîşan kir ku pêwîstiya zêdetirî 16 milyon sûriyeyiyan bi alîkariyên mirovî heye û ev hejmar nêzî ji çaran sêyê serjimara welêt e.