27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Pêdiviya gelan bi dengê Abdullah Ocalan heye’

Hevseroka TUHAY-DER’a Wanê Edîbe Babûr, diyar kir ku pêdiviya gelan bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heye û ji bo berxwedana li dijî tecrîdê bang kir.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê sibata 1999’an ve li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê tê tecrîdkirin. Zêdetirî 2 sal in jî tu xeber ji Ocalan nayê girtin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta “cezayên dîsîplînê” tên redkirin. Herî dawî Mehmet Ocalan, di 25’ê adara 2021’ê de bi riya telefonê hevdîtin bi birayê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re kiribû. Ji wê çaxê heya niha tu xeber ji Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di Girtîgeha Îmraliyê de nayê girtin. Ji ber vê fikarên raya giştî zêde bûne.

Hevseroka Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Wanê (TUHAY-DER) Edîbe Şahîn, anî ziman ku tecrîda Îmraliyê bandor li hemû civakê kiriye û got ku divê armanca sereke ya gelan bidawîkirian tecrîdê be.

Îmrali mifteya aştiyê ye

Babûr diyar kir ku tu mînakeke weke tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tune ye û got ku ev yek veguheriye îşkenceyê. Babûr wiha axivî: “Divê gelê kurd û gel li dijî vê tecrîdê rabin. Dem bi dem bi çalakiyan dijbertiya xwe ya li hemberî tecrîdê didin der. Lê ne bes e. Birêz Abdullah Ocalan tenê ne rêberê PKK’ê ye, di heman demê de rêberê gelê kurd û Rojhilata Navîn e jî. Hemû gel bawer dikin ku mifteya bidawîbûna şer û aştiyê di destê birêz Abdullah Ocalan de ye. Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye. Heke peyvek jî ji Îmraliyê bê, dê şer bi dawî bibe û pêvajoya aştiyê ji nû ve bê avakirin. Dengê Abdullah Ocalan ji bo gelan û aştiyê pêdiviyek e.”

Divê gel dengê Ocalan bibihîse

Babûr bi lêv kir ku desthilata AKP’ê li Îmraliyê tecrîdeke nehatiye dîtîn pêk tîne û got: “Ev tecrîd tenê bi destê AKP-MHP’ê nayê kirin, bi destê dewletên navneteweyî jî tê domandin. Dîktator zilma xwe ya li ser gelê kurd bi tecrîda li ser birêz Ocalan didomînin. Pêdiviya gelê kurd, gelên Tirkiyeyê, aştîxwaz û demokrasîxwazan bi dengê Ocalan heye. Dê dengê Îmrlaiyê bibe ronahî ji bo siberojê.”

CPT çima helwestê nîşan nade?

Babûr destnîşan kir ku Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) karê xwe nake û wiha got: “Êdî veguheriye saziyeke pûç. CPT, hat Tirkiyeyê û çû Îmraliyê. Piştî serdanê daxuyanî da û got ku Ocalan hevdîtina bi wan re qebûl nekiriye. Abdullah Ocalan çima nexwest bi we re hevdîtinê bike? Ji lew re ew jî dizane ku hûn karê xwe baş nakin. CPT, peywira xwe nayne cih.”

Divê kesên xwedî wijdan li ber tecrîdê rabin

Babûr anî ziman ku dê çalakiyên li dijî tecrîdê bidomin û got ku tenê ne partiyên siyasî û sazî û dezgeh, divê hemû kesên xwedî wijdan vê yekê bikin rojeva xwe ya sereke. Babûr bi lêv kir ku divê yekane armanca gelan bidawîkirina tecrîdê be û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bêdengiya li hember tecrîdê mirin e. Divê her kes deng ji xwe derxîne ku em karibin deriyên girtîgehan vekin.”