spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Civînên Astanayê berdewama civînên dijîberî Kurdan in’

Wezareta Karên Derve ya Kazaxistanê roja înê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku tora 20’an a dan û standinên Astanayê yên der barê dosyaya Sûriyeyê de dê 20 û 21’ê Hezîranê li Astanayê werin lidarxistin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku şandeyên dewleta tirk, Rûsya, Îran, nûnerên hikumeta Şamê û qaşo opozîsyona Sûriyeyê dê beşdarî civînê bibin. Her wiha hate diyarkirin ku NY, Urdin, Lubnan û Iraq dê wek çavdêr tev li civînê bibin.

Tê gotin, ji mijarên sereke yên ku dê di civînê de werin nîqaşkirin, dosyaya normalîzekirina têkiliyên Şam û Enqerê ye.

Beriya vê civînê dewleta tirk êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî navçeya Til Rifetê ya Şehbayê zêdetir kirine. Li gorî çavdêran; dewleta tirk ji bo bidestxistina herêmên nû yên Sûriyeyê li bazareke nû bi Rûsyayê re digere. Her wiha diyar kirin ku ev êrîş bi erêkirina her çar aliyan tên kirin û armanc jê ew e ku zextê li Rêveberiya Xweser bikin û wê neçar bikin ku tawîzan bide hikumeta Şamê.

Serokê Platforma Kurd-Almanya Yûnis Behrem diyar kir ku ji bo kurdan civînên wiha ne tiştekî nû ye û got: “Ev civîn civînên çaralî tîne bîra me ku hikumetên Bexda, Şam, Tehran û Enqereyê beriya darvekirina Seddam Huseyîn li dar dixistin. Ev civînên çaralî ji bo şerê li dijî tevger û rêxistinên Kurdistanê tenê dihatin lidarxistin. Rast e Rûsyayê bang li aliyan kiribû ku ji bo dîtina çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re bicivin, lê civînên niha yên Astanayê jî bi vê armancê ye ku bi destê Tirkiye yan jî Şamê şerê li dijî kurdistaniyên li Rojava an jî Başûrê Kurdistanê were kirin. Tevahî çavdêrên siyasî dizanin ku mijara sereke ya vê civînê çarenûsa kurdan û Rojava ye, nemaze ku hemû beşdarên civînê berjewendiyên xwe di têkbirina kurdistaniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dibînin.”

Behrem Yûnis bal kişand ser berjewendiyên her çar aliyan û got: “Şam di nava hewldanan de ye da ku dest deyne ser jêderên sereke yên aboriya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî petrol, gaz, çandinî û enerjiyê. Şam dixwaze vê herêmê vegerîne çargoşeya xwe ya yekemîn a ewlehî û leşkerî. Dîsa dê Şamê rola dûrxistina Amerîkayê ji herêmê pêk bîne ku Rûsya û Tirkiye nikarin pêk bînin. Rûsya dijminê dîrokî yê kurdan e. Rûsya Komara Kurdistana Sor û Komara Kurdistanê ya Mehabadê ji hev xistin û niha jî dixwaze xeyalên kurdên Rojava têk bibe da ku berjewendiyên xwe pêk bîne, nemaze ku kurdên Rojava stûna sereke ya Koalîsyona Naneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê ne û ji sedî 30 erdnîgariya Sûriyeyê kontrol dikin. Têkildarî dewleta tirk jî, xema sereke ya deweleta tirk ew e ku bi hinceta parastina ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê hebûna kurdan bi temamî ji holê rake. Li vir dê Tirkiye bi Rûsya û Îranê re bikeve nava bazaran da ku kurdan têk bibin û nehêlin li herêmên wan bi îstiqrar bibin.

Têkildarî Îranê jî, Îran li hevkarên rasteqîn digire da ku di têkbirina hêzên Koalîsyona Navneteweyî de, di serî de Amerîka û HSD’ê sûdê ji wan bigire û di encamê de xeta hîlala şîeyan kontrol bike ku ji Îranê dest pê dike û Başûrê Kurdistanê, herêmên Şengal û herêma Tenef a Sûriyeyê digire nava xwe û digihêje Deryaya Spî.”

‘Nexşerêya Rûsyayê daxwazên berê ne bi formeke nû’

Çarşema borî nûnerê serokê Rûsyayê yê taybet bi kar û barên Rojhilata Navîn û Afrîkayê û cîgrê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov got, cîgirên wezîrên karên derve yên Tirkiye, Rûsya, Îran û hikumeta Şamê dê di 21′ê Hezîranê de li paytexta Kazexistanê Astanayê bicivin. Her wiha ragihand ku civîn dê bi armanca normalîzekirina têkiliyên Enqere û Şamê be. Bogdanov anî ziman reşnivîsa nexşerêya normalîzekirinê ya di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de ya ku Rûsyayê daniye, amade ye û got: ” Erka me ew e ku em bi hevkarên xwe re nîqaş bikin û vê xebatê bi pêş bixin. Em hêvî dikin ku em bikarin li Astanayê bicivin.”

Li ser vê nexşerêyê Yûnis destnîşan kir ku îhtîmal e ku hemû dixwazên kevn ên Tirkiye, Îran û Rûsyayê bi rengekî nû tên sazkirin û got: “Ji bilî erêkirinê daxwazan tu rola nûnerê Sûriyeyê tune be, yanî ji derveyî xalên dijbertiya kurdan û erdîngariya wan, wê di hemû xalên diyalogê de bi bin bikevin. ”

Behrem bi domdarî got: “Tê gotin ku Tirkiye li beramberî ku dest ji her roleke Tevgera Îxwan El Muslimîn a terorîst ji bo siberojê li Sûriyeyê berde û dosyaya  Sûriyeyê radest bike, 45 mîlyar dolar wergirtiye. Tiştek li pêşiya Tirkiye nemaeye ji bilî bi Rûsya û Îranê re li ser mijara vegerandina penaberên li Tirkiye û bicihkirina wan li herêmên Kurdan ên li seranserî xeta sînor a Rojava û Bakurê Kurdistanê li hev bike û li ser rêgirtina li ber beşdarbûna Kurdan di her hikumeteke bê ya Sûriyeyê de bi hikumeta Şamê re li hev bide. Ji wê zêdetir dê li ser beşdarkirina şirîketên Tirkiye ji xebatên jinûve avakirina Sûriyeyê de li hev bikin.

Der barê Rûsyayê de jî, dê pêşniyara Rûsyaya ew e be ku derfetekê bide artêşa tirk da ku herêmên Rêveberiya Xweser têk bibe, tevliheviyê di navbera  wê û hevkarên wê Amerîkayê de derxîne û di encamê de xisarên xwe yên şerê xwe yê li Ukranyayê vegerîne. Hêviya Rûsya ew e ku bi rêya Tirkiyeyê bakur û rojhilatê Sûriyeyê radestî rejîma Şamê were kirin. Rûsya gefan li Kurdan dixwe ku ew ê destûr bide artêşa Tirk da ku mîna Efrîna  herêmên Şehbayê dagir bike. Tirkiye sûdê ji van rewşan digire da ku berjewendiyên xwe pêk bîne. Tirkiye êrişên hovane li dijî herêmên rejîmê û yên Rêveberiya Xweser pêk bîne da ku di civîna Astanayê de hebûna xwe ya xurt ferz bike.”

‘Divê pêkhateyên gelê Sûriyeyê bibin yek’

Têkildarî rola Komkara Erebî Yûnis Behrem got: “Komkara Ereban xwest bi vegerandina Esed a li komkarê roleke sereke di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de bilîze, lê hewldanên wê têk çûn. sedema vê yekê ew e ku hizira vegerandina Şamê ya li komarê ne hizkirineke erebî bû bi qasî ku ya Çînî û Rûsî li dijî berjewendiyên Amerîkayê bû. Tê dîtin ku Amerîkiyan jî nêrîna xwe ferz kirin, ev yek ji beşdarbûna serokê Ukranyayê Zelensky di civîna Komkara Ereban de eşkere bû. Em dikarin bêjin ku Komkara Ereban êdî ne xwedî roleke xurt e, ev jî bandoreke neyinî li siberoja neteweya erebî, dewlet û gelên wê dike.”

Serokê Platforma Kurd-Almanya Yûnis Behrem di dawiyê de xîtabî gelê Sûriyeyê kir û got: “Ji bilî amadekarî û sekna li hemberî zêdegaviyên Tirkiye-Rûsyayê û hewlên dagirkirina herêmê, tu vebijêrk li pêşiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune ne. Ne wisa be dê herêm vegere serdema Osmaniyan, bi taybet serdema desthilata ‘Sultanê Sor’ Ebdulhemîd.”