4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêkhateyên Tifaqa Kurdistanî û EMEP’ê sedana BDP’ê kirin

Pêkhateyên Tifaqa Kurdistanî û partiya Kedê EMEP ji bo nerazîbûnê li dijî operasyona 23’yê kanûnê û ji bo piştgiriyê bi DBP'ê hatin serdana wê

Pêkhateyên Tifaqa Kurdistanî nerazîbûnê nîşanî operasyona 23’yê kanûnê ya li dijî Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û girtina Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir û Hevserokê Amedê Hayrettîn Altûn bidin, ji bo piştevaniyê serdana Buroya Şewirmendiyê ya Navenda Giştî ya DBP’ê ya li Amedê kirin. Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiyeyê (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî, Berdevkê Komeleya Kurd a Demokrat a Şoreşger (DDKD) Abdûlhey Okûmûş, rêveberên Partiya Mirov û Azadiyê (PÎA), Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk pêşwazî kirin.

 ‘Êrîş li dijî kurda ye’

Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek zextên li dijî DBP’ê hatin kirin şermezar kir û wiha got: “Li cihekî ku ev qas binçavkirin lê hatin kirin ji bo ûsûlê Bayindir û Altûn hatin girtin. Sedemeke vê heye. Desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê di pêvajoya hilbijartinê de bi zêdekirina zext û êrîşan armanc dike ku di hilbijartinan de serbikeve. Lê belê ev hewldanên pûç in.” Piştre jî Serokê Giştî yê PDK-T’yê Mehmet Emîn Kardaş axivî û diyar kir ku êriş ne tenê li dijî DBP’ê, li dijî hemû gelê kurd pêk tê û ji ber vê yekê divê hemû gelê kurd li dora yekitiyê bibin yek û têbikoşin.

Ji EMEP’ê serdana piştgiriyê

Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, bi mebesta piştevaniyê çû serdana Buroya Peywendiyan a Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê ku polîsan di 23’yê de bi ser de girtibû û Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir hatibû girtin. Akdenîz û şandeya pê re ji hêla Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk ve hatin pêşwazîkirin.

Di serdanê de Akdenîz operasyonên siyasî nirxand û diyar kir ku divê li dijî êrîşan têkoşîneke hevpar bê dayîn. Akdenîz, seta pirtûkan a Arjîn Arî ku ji Weşanên Sor hatiye çapkirin diyarî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altûn kir û xwest ji wan re bên şandin.