2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mizrakli: Deftera hesabê me hê nehatiye girtin

Selçûk Mizrakli bi riya twettirê bersiva Soylû da û got, “Te îro ez bi bîr anîme, tu yê di rojên pêş de min hê zehftir bi bîr bînî.”

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli bela sebeb ji ser peywirê hat girtin û li cihê wî qeyûm hat ser karê Şaredariya Mezin a Amedê. Hê ceza ji bo wî nehatibû tayînkirin ev rewş pêk hat. We tirê her tişt bi awayekî qanûnî pêk hatiye Wezîrê Karê Hundirîn Silêman Soylû dema ji bo Ekrem Îmamoglû axivî dev avêt Selçûk Mizrakli û got, “Selçûk Mizrakli endamê rêxistina PKKê bû, me ji bo wê ji kar dûr xist û di dewsa wî de qeyûm anî ser kar.”

Di dewama twettirê de Mizrakli wiha dibêje, “Tevahiya lêpirsînên der heqê min de bi biryara neşopandinê bi dawî bûn. Dosyaya ku ez weke rehîneyê siyasî tê de têm girtin jî ji hêla Dadgeha Bilind ve hate xerakirin. Wezîrê Karên Hundir; nebî ku tu navê min ji bîr bikî! Ez û tu dê li hemberî darazê hesabê ji hev bipirsin…”

Silêman Soylû bêperwatiya xwe her roj didomîne, sûcê ku li dijî kesan û saziyan pêk tîne her gav yekî li ser yekî zêde dike.