17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayika wî li ber HDP’ê lê digere, ew li girtîgehê di rojiya mirinê de ye

Mahsûn Akkoyûn, da zanîn ku birayê  wî Azad Akkoyûn ji bo darizandineke adil 8 roj in di rojiya mirinê de ye û dayika wî Remziye Akkoyûn jî 3 sal in li ber avahiya HDP'a Amedê ye û li kurê xwe digere

Di sala 2019’an de bi berhêlîkirina Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê çend malbat li ber avahiya HDP’ê ya Amedê hatin rûniştandin ku qaşo HDP’ê zarokên wan şandine serê çiya. Ji kesên ku bi daxwaza xwe çûne çiyê û tev li PKK’ê bûne yek jê jî Azad Akkoyûn e. Ew di sala 2015’an de tev li PKK’ê bûye. Dayika wî Remziye Akkoyûn jî di sala 2019’an de bi berhêlîkirina Wezareta Karên Navxweyî li ber HDP’a Amedê hatiye rûniştandin.

Li gorî nûçeya nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Mahmût Altintaş, Azad Akkoyûn piştî tev li nava PKK’ê bûye bi 5 salan şûnve li Metînayê ya Başûrê Kurdistanê di şer de bi awayekî birîndar hatiye girtin û 33 caran cezayê muebedê lê hatiye birîn. Akkoyûn, niha di Girtîgeha Amedê ya Hejmara 1’ê de ye. Çendî ku dêya wî bi vê dizane jî, lê hê jî li ber avahiya HDP’ê ye. Birayê wî Mahsûn Akkoyûn jî da zanîn ku birayê wî Azad, ji bo darizandineke adil di rojiya mirinê de ye.

8 roj in di rojiya mirinê de ye

Akkoyûn da zanîn ku di 28’ê kanûnê de çûye girtîgehê cem birayê xwe û birayê wî 8 roj in di rojiya mirinê de ye. Akkoyûn bilêv kir ku birayê wî ji bo darizandineke adil dest bi rojiya mirinê kiriye û wiha got: “33 caran cezayê muebedê lê hatiye birîn, lê li gorî destûra bingehîn ji ber ku di nava sînorên Tirkiyeyê de nehatiye girtin, nikarin ev qas ceza li wî bibirin. Bi hinceta jiholêrakirina pergala destûra bingehîn a Tirkiyeyê, ev ceza lê birîne. Lê ne li Tirkiyeyê bûye, dê çawa pergala destûra bingehîn ji holê rake? Birayê min jî li dijî vê yekê dest bi rojiya mirinê kiriye.”

 ‘Dayika min dixapînin’

Akkoyûn destnîşan kir ku dayika wî Remziye Akkoyûn jî 3 sal in li ber avahiya HDP’ê li kurê xwe digere û birayê wî di girtîgehê de ye û dêya wî bi vê dizane, lê dîsa jî li ber avahiya HDP’ê ye. Akkoyûn anî ziman ku dayika wî bi “em ê lawê te bidin te” tê xapandin û ev tişt gotin: “Lê ji me re jî dibêjin, kurê we sûc kiriye, ji ber vê divê cezaye xwe bikişîne. Lê êdî çawa dêya min xapandine nizanim, lê em nikarin vê yekê bi dêya xwe bidin fêmkirin. Dayika min dixapînin, dibêjin ’em ê kurê te bidin te’ û wê bi vî awayî li wir didin rûniştandin. Dema em nahêlin dayika me biçe wir, vê carê polîs li me digerin û gefan li me dixwin, dibêjin ‘heke dayika we gilî bike hûn ê bên girtin’.”

Akkoyûn di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ji ber rewşa birayê xwe bifikar e û got: “Daxwaza me ew e ku dewlet qanûnên xwe pêk bîne. Birayê min Azad jî mirovekî xwedîîrade ye. Heke dest bi tiştekî bike heta encam negire dest jê bernade. Ji ber wê em jî ditirsin. Wî her tişt daye berçavan, 8 roj in dest ji rojiya mirinê bernedaye. Em jî duh çûn cem wî. Pir zeîf bûbû, nedikarî avê jî vexwe. Lê ji me re got ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bide.”