3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jeostratejî û jeopolîtîkaya Kurdistanê

Jeostratejî, gringiya axê, li ser tevgerandina aborî, polîtîk, eskerî û ezmanî bandor dike, yan jî mijarên sazûmankarî û konjonktûrel bandor dike. Yanî, li gorî erdnîgariyê lêkolîn dike. Jeopolîtîka, peyveke girêkî, yanî yewnanî, tê wetaya li gorî axê polîtîkakirin an jî polîtîka diyarkirin.

Niha li gorî erdîngeriya Kurdistanê, yanî li gorî jeostratejiya wê jeopolîtîka çi ye, çawa pêş dikeve, em kurd çendî van herd têgehan têdigêjin, an jî welatê me jeostratejiya herêma Rojhilata Navîn û cîhanê girîngiya jeopolîtîk çi ye? Pirs pirsyar… bê guman bê pirsyar raman çênabin, bê pirsyar deriyê lêgerîna venabin, taybet jî li Kurdistanê bê felsefa jeostratejî û jeopolîtîk mirov nikarin zikê xwe rojane têr bikin.

Weke welat Kurdistan jeostratejiya aliyekî kendavê Fars-Xelîç, alîkî deriyê Kafkasa û Asya-Navîn, Başurê welat Derya`ê Firat-Dicle ber bi qadên Semîtîk-Ereb û berbi Behra Sîpî, rojavayê welat Anatolî ye. Çiyayê Zagrosa Kendavê Fars despê dike heya Çiyayê Agirî-yanî deriyê Kafkasya, Rojavayê welat Çiyayê Munzûran, Torosan heya Behra Sîpî, yanî hestiyê pişta Rojhilata Navîn û pira deriyê Kafkasya heya Çînê. Wek gel jî gelê Kurd nêzî 60 mîlyon ser axa xwe û 10 mîlyon jî diyaspor dijî, yanî zîndî, der û dora, çep û rast, kûrahî û firehiya çiyayên Zagrosan disorin, yanî hêz in û hêzekebê hempa ne.

Mijara dewlemendiya sererd û binerd êdî têra cîhanê dike. Em pir dirêj nekin, binerd: petrol, ûraniyûm, zêr, zîv, av û komir, sererd: her şêwaz çandînî, çar dem sal hilberîn û di rojekê de çar dem sal jiyandin. Mînakek; bê ava Kurdistanê hemû welatî Rojhilata Navîn bi giranî wê bifetisin.

Wek netewe civakeke ciwan, zindî jî bala hemû hêzên cîhanê dikişîne, hêzên herêmê yên dagirker jî vê potensiyelê naxwazin ji bindestê wan derkeve lê gelê kurd jî dixwaze weke xwe bijî û çarenûsa xwe bixwe diyar bike. Di vir de gengeşî dertê, her hêz li gorî berjewendiyên xwe jeopolîtîk li ser kurdan û Kurdistanê dixwazin bernameyên xwe bibin serî. Hêzên hegemonîk ên cîhanî jî dixweazin Kurdistan û gelê wê li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin.  Ev nêzî sed salan e jî aşkera dikin û wê bikin jî. Ev kiryarên wan, weke feresata dewlet-netewe û ferasata dagirkerî û mêtîngerî ye, yanî kesekî ku lome bike nîn e, a nerast, an jî di van hêzan gazinc û lomekirin e, bi gotinekê; ew karê xwe dikin!

Di vir de ya girîng em weke kurd û kurdisatanî di vê gengeşiya cîhanê de li gorî jeostratejî-jeopolîtîkaya Kurdisatanê çi bikin, çawa di nakokiyên hêzên dagirker û mêtingerên cîhanê çawa dikarin sûdê jê bigirin û em jî tekoşîna xwe bi ser bixin.

Şênber, kendavê fars heya deriyê Kafkasya, yanî çiyayê Agirî û Qerebax seranserê vê jeostratejiyê kurd in û beşeke Kurdistanê bakur û rojhilatê çiyayê Zagrosan e, yanî çepera welatê Îranê. Hêzên Hegomon Amerîka, Ewropa û Îsraîl, her wiha cîhana erebên sunîgerayî  Îranê ve di nava şerekî de ne, qada ku derbasî nava Îranê bibin 80% Kurdisatan e, Kurd in. Hem aliyê Iraqê (Başure Kurdistan) hem jî di nava axa Îranê (Rojhilatê Kurdistan) û beşa Tirkiyeyê jî di bakurê Kurdistanê kurd, Rojhilat kurd-Kurdistan, deriyê Kafkasya Qerebax û deriyê wê Nexçîvan kurd. Di vî weneyî de ya tê diyarkirin, li gorî jeopolîtîkê ev hêzên dijber, an jî şerker hemû jî muhtacê kurda û Kurdistanê ne. Her wiha Îsraîl û welatên ereb ên mislimanê sunî ji bo xeta Îranê ya şiîagerayî bigirin rojhilatê Kurdistan, başûrê Kurdista û rojavayê Kurdistan xeleka zincîrê ya sereke ne. Baş e, kî muhtacê kî ye, an jî kî naçar e ku alîkarî yan jî hevkariya yên din bike?

Di demên dawiyê de tirk gefê li ser Rojava dixwin, êrişên tunekirinê li ser başurê Kurdistanê berdewam in, di van êrişan de jî gelek alî baş xirab kar dikin, bi nave kurdan, kurdistaniyan biryar digirin, aqil didin kurdan da ku `li gorî ew dizanin, eger pêşî negrin tirk wê wan tune bikin. A herî baş deskeftê xwe teslîmî dagirkerên xwe bikin` lê li gorî vê xwestekê kê kurd biryarê deskeftiyê xwe parastin, yanî biryarê berxwedanê dane. Ev car jî di asta herî jor de wezirê Rûsyayê Lavrov kurd tehdît kirin û kurd weke hevkarê Amerîkayê taewanbar kir. Baş e Lavrov û Ruûsya bo kurdan çi dixwazin? Em bêjin tenê tiştekî dixwezin: Kurd dikarin govendê bigrin, erbanê lê bidin. Yanî ev xwestêk tê wetaya ku, `Kurd êdî qedara ku me Lozanê dest nîşnakiriye tune bin, di nava etnîsîtê din de bibin amûrê govendê.

Ev nêrînên wan in, ên din ji kêm zêde vê nêrînê dane. Lê jeostratejî û jeopolîtîka Kurdistanê îzîn nade ku tu hêzeke cîhanê bike amûrê sazê xwe, civake`kî 60 mîlyon û bi hêz êdî dikare Rojhilata Navîn weke ku gelê kurd dixwaze qedera xwe, çarenûsa xwe diyar bike. Temaşe nekin ku ev hêzên kurdan tehdît dikin, ew jî baş dizanin ku bê kurdan edî li Rojhilata Navîn nikarin yek gavî jî bavêjin. Tenê du mînakên dawî vê yekê misoger dike, ew jî; ev 5 sal in artêşa NATO a duyemîn a tirkan nikare çiyayên Zap, Avaşîn, Metîna Û Cîlo cih bibe, dagir bike, êdî dawiya aborî û sosyolojiya civaka tirkan anî, her wiha dawiya desthilata AKP û MHP anî. Her wiha li Bakur berxwedana gel, niha ber bi hilbijartinê, ne tenê partiyên Tirkiyê hêzên cîhanê jî vê hilbijartinê sekna kurdan a emcamê çawa diyar bike baş dizanin. Mînaka din; porê tayê keça kurd Jîna Emînî 42 sal in hêzên cîhanê nikarîbun yek xalekî qanûnên Îranê serê penûsê lê bidin, sîstema 42 salî ku çawa hejand. Hemû hêzên cîhanî li ser Îranê polîtîka bikin çawa deriyê kurdan dan û Îran yekser çawa dijminê yekem hêzên kurdî îlan kir û bîryargehên wan bombe baran kir. Lê di serî de Îran û hêzê cîhanî ji baş dizanin ku ew hêzên ku ji hêz ketin, tenê jiyana xwe rojane didomînin kesên penaber bin seytera Başûr de rûniştine û tu karên wan ê çekdar jî nîn e lê kirin hedefa yekem. Her wiha rejîma dagirker a Îranê hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê mîlîtarîze kirin, beşa Başûr tehdît kir.

Di encamê de çendî tehdît, êriş, an jî li gorî xwe, gotina `xayîn` pênase kirin, her wiha weke ku wê we weke Afganîstanê û weke Misirê bifroşin` tu wetaya wê ya reel nîn e û exlaqî qet nîn e. Ji ber ku kesî kes nekiriye, ne jî kesekî pala xwe daye kesekî din ku, bên firotin. Eger firotin, an jî xayîntî, an jî ji piştê` xencer- şimşêr lêdan be hemberê gelê kurd, bila herkes bizani be ku gelê kurd xwedî hişmendî û ezmûn e. Dewê tu kesî paqij nîn e û zikê gelê kurd sed salan e ji van gotinên tewş têr e. Ka fermo bê jeopîtîka kurdan gav bavêjin! Destê gelê kurd û hêzên wî jî girêdayî nîn e, dibe ku em wek dixwazin ser nekevin jî lê nahêlin kesekî din jî ser keve. Ev ji bo hêzê cîhanê jî ji bo hêzên ku şênber dagirkerên Kurdistanê ne, ka fermo bê kurdan kar bikin, bê kurda niha kî dikare Rojhilata Navîn projeyên xwe pratîze bike, serçevan  û kurdên jî weke berxê ber kêrê serê xwe bê helwest, bê bertek dirêj bikin? Fermo kerem bikin ka kî şêr e, kî rovî!..