6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di roja 2`yan a Operasyona Birûska Cizîrê de gelek çete hatin girtin

HSD’ê ragihand ku di roja duyemîn a “Operasyona Birûska Cizîrê” de li herêmên Hol û Til Hemîsê 52 endamên DAIŞ’ê hatine girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser malpera xwe ya înternetê bi daxuyaniyekê encama roja duyemîn a “Operasyona Birûska Cizîrê” ya li herêmên Hol û Til Hemîsê li dar dikeve, ragihand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
“Di roja duyem de hêzên me bi beşdariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî, Operasyona Birûska Cizîrê ya serdegirtina şaneyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst li herêmên Hol û Til Hemîsê dewam dikin.
Di roja duyem de hêzên hevbeş 52 çeteyên DAIŞ’ê û kesên êrişên terorane pêk tînin ku li gundewaran xwe vedişart, girtine.
 
Hêzên hevbeş ji 9 aliyan ve dest pê kir û rûbera lêgerîn û serdegirtinê piştî hewla hin endamên şaneyên terorîst a zextkirina li ser welatiyan da ku wan birevînin, berfireh kir. Lê operasyona serdegirtinê ku hêzan pêk anîne, hemû hewlên wan têk birin û neçarî radestbûnê kirin.
Di karên lêpirsînê yên destpêkê de, çete li xwe mikur hatin ku ew beşdarî gelek kiryarên terorane bûne, pere û çek ji şaneyên rêxistinên terorîst re peyda kirine. Gelek ji wan jî xwe amade dikir ku di sersalê de kiryarên terorane pêk bînin.
Ji ber qerabalixa şênyên li herêmê û bikaranîna rewşên mirovî ji aliyê şaneyên rêxistina terorîst ve, hêzên me dema lêgerîn û girtina wan şaneyan zêde kir. Her wiha wê hêz têkoşînê ji bo têkbirina wan şaneyan li herêmê dewam bikin da ku ewlehiyê li herêmê pêk bînin.”

Operasyon dê sibe jî dewam bike.