28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tevî zextan li Îranê serhildana gel didome

Ji aliyekî ve bîranînên bi  boneya çilrojiya şehadeta xwepêşandêran tên lidarxistin ji aliyekî din ve dezgehên dadwerî yên rejîmê jî hukmên keyfî li dijî xwepêşanderan berdewam dikin.

Serhildana gelên Îranê bê navber û bi şêweyên cuda li seranserê bajarên Îranê berdewam dike. Ji aliyekî ve bîranînên bi  boneya çilrojiya şehadeta xwepêşandêran tên lidarxistin ji aliyekî din ve dezgehên dadwerî yên rejîmê jî hukmên keyfî li dijî xwepêşanderan berdewam dikin.

Li gorî, dîmenên ku malpera “Îran International”ê belav kirine tê de xelkê Tehranê êvara roja pêncşemê li taxên curbicur li dijî rêberê Îranê Elî Xamineyî û rejîma wî slogan avêtin. Welatiyên Tehranê jî li taxa “Şehr Zîba” li nêzîkî mala malbata Hemîd Riza Rûhî ku yek ji qurbaniyên xwepêşandanan e, kom bûn û dirûşima “Hemîd Riza nemiriye, yê ku mir Xamineyî ye” qêriyan.

Di dîmeneke din de pankartek li ser pireke bajarê Dorûd, li parêzgeha Loristanê, li rojavayê Îranê hatiye daliqandin, ku li ser hatiye nivîsandin: Jin, jiyan, azadî.

Xwepêşandêran her wiha pankarta rejîmê ya bi wêneya Qasim Silêmanî li ser rêya “Yadîgar” a Tehranê şewitandin.

Di vê navberê de, dezgehên dadwerî yên rejîma Îranê, cezayên giran ên bi darvekirin û qamçkirinê didomînin. Komîteya Şopandina Girtiyên Îranê ragihand ku Mehdî Behman, nivîskar û wênesazê girtî, bi “îdamê” hatiye mehkûmkirin.

Bahman ji ber hevpeyvîna xwe ya bi kanala 13 ya Îsraîlê re bi sîxuriyê hat sûcdarkirin. Li Tehranê hat girtin û ji bo girtîgeha Êvînê hat veguhestin û di wê demê ji mafê parêzeriyê jî bêpar maye.

Ji aliyeke din ve malpera nûçeyan ya Hal Wash ragehandiye ku Amir Elî Cenabadî temen 18 salî ku di xwepêşandanên Zahedanê de hatibû girtin, bi 9 meh zîndan û 60 qamçiyan hatiye mehkûmkirin.

Her wiha li gorî heman çavkaniyê dadgeha Şoreşê ya Zahedanê, Ayda Pûr Taqî, xwendekara zanîngeha Zahedanê û Setareh Rîgî, ciwana 17 salî, bi 9 meh zîndan û 60 qamçiyan mehkûm kirine.