8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wê rojek were em ê di tirbekê ‘gewr’ de hil nebin

Enes Yildiz

Heta hebim, di navbera birîyên xwe de şopên însan dicebirînim. Heta em xwe bigihînin êvarekî, heta bên derbas bibin. Heta li xwe mikûr werin û heta navekî bidin xwe. Şopdarên şopa siya xwe bin ku hemî ‘êvaran’ em bi xwe re birine. Wê pir tişt me bi xwe re bibin, tiştên bê kes û bi kes hene.

Min gelek titûn di raboriya însan de pêçan e. Di raboriya însan de ‘sewdaseran’ re keştîyan çêdikim.

Di rûyê stranên sor de hatim û ketime rêyan. Di rûyê qirkirinê de li xwe mikûr hatim. Ya ku li bîra me dixe, qalikê sêvekî sor e. Tenê hinek nav dimînin, li gel me. Li gel me û di hinek dîrokan de ‘êş’ dimînin. Ji zimanê dora xwe re diqîrin. Li ba min û tenê li ba Xweda heye. Va! perde vebû. Va! şanoyê dest pê kir.

Rûyê me çi wêneyekî trajîk e. Trajîk e bajarê ku me di nav lepên xwe de digewizîne.

Dê bo çi hene, bo çi lavahiyan datînin, vê rawestegehê.  Yek di şeva xwe de bê derfet û yek jî serhişk e.

Hespê mirazan kuştine.

Dê rabe, zeman qedîm e, şirîn e zimanê aşkirinê. Di sinorên xwe de têm û di sînorên ‘êşan’ de avjeniya dildariyê dikim.

Wê rojek were em ê di tirbeke ‘gewr’ de hil nebin, wê rengekî ‘reş’ nikaribe me rake. Tiştek wê nikaribe ‘strana’ me ker bike. Heta mirov hebe, sûretên gunehkarekî wê were darizandin. Nebûm generalê payîzê, ne jî ji xortaniya xwe re fîlmek da kêşandin. Ez caran, awirê kesekî me ku bêriya xwe dike, bêrîkirina xwe datîne, li koşeya ‘min ji bîr’ bike û hinek jî dinyayê hez bike. Hilma pencereyekî bim da ku hinek meraqa rojên xwe bin.

Heta min rêûresma xwedayan di hûndirê xwe de hezm kir, min nikaribû rojnivîsên şeran bigirim, min nikaribû sal û salvegeran vegerînim. Va! min dawî li helbest û hevokan jî anî. Ya xwedayê evînê, ya xwedayê qenciyê, li me bibore, kêm jî be, nîvco jî be, em ên heqiyê ne, heq wateya me, kul û keserên dengê xwe in, di peravan de derketine hatine, tehma hinarekî miz in.

Min hemî dêmên xwe li ser dilê zarokekî hiştin, ew zarokê ku li deriyekî dixist û direviya. Min ciwaniya xwe helak kir, di helbest û fikarên rojekî de. Min şîretên xwe li gel berfa spî, di rengê porteqalî de wer girtiye. Bi xwedê, bi xwedê;

Niha! li ser desmalekî neqiş kirî, sûretên xwe xêz dikim.

Hinek fikirandin lazime. Li gel mirov hinek tirs, hinek biryardarî lazime. Caran, fêrkirin heye, caran jî zanîna pir zêde derdikeve pêş. Hemî rojên me li ber wê ‘êvarê ‘ ne. We caran di emrê xwe de gotiye; ‘rahiştime xwe’ yekî destên min danî ber awirên ferîştehekî.  Di vê qirnê de gazîya xwe dikim, di vê qirnê de yên ‘gotinên xwe’ danîn li ber dilê me.  Bi vê ‘quranê’ her yek ji me yên vê sibehê ye. Hat û va sersala destpêka ku dawiya xeyalên me ‘zept’ dike, hat.

Hemî rojnivîs di bîra min de man e. Hemî cixareyên ku serboriya kalekî rind dike, dikişînim. Ya ‘Xweda’ zivir û zivir, çendî sal in, di hundirê xwe de diçim û têm.

Şivanekî kuştî, di guhê min de dihere, li deştekî dûr. Zeman seyr e, dêmên ku xuya dikin, hinek kelecanekî ser spî ye.  Wê rojek were em ê di tirbeke ‘gewr’ de hil nebin, wê rengekî ‘reş’ nikaribe me rake.