spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Penaber ji şer reviyan deryayê ew daqurtandin

Keleka penaberan ku ji Lubnanê berê xwe dabû ber bi Qibrisê li nêzî peravên Sûriyeyê noqî binê avê bû û heta niha hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bû 81 kes. Roja pêncşemê piştî nîvro hêzên Sûriyeyê  hin cesedên mirovan li peravê dîtibûn û xwe gihandibûn cihê ku kelek lê noqî binê avê bûye. Hêzên Sûriye yên deryayî bi alîkariya hin seydvaniyan dikaribûn 20 penaberan rizgar bikin.

Li gorî agahiyên televizyona fermî ya Sûriyeyê di wê kelekê de derdora 150 kes hebûn û rêwiyên wê ji gelek neteweyan bûne. Tê patîn ku piraniya penaberan ji Sûriyeyê bûne û hin lubnanî jî di nava wan de hebûn.

Hêjayî gotinê ye Lubnana ku xwedî 4.5 milyon niştecih e, derdora 1.5 milyon penaberên Sûriyeyê lê dijîn her wiha zêdeyî 10 hezar penaberên filistînî jî li wir dijîn. Li gorî agahiyên bankaya navnetewî ji sala 2019’an de Lubnanê di krîzeke aborî ya gelekî dijwar de dijî. Lewre di dema dawî de bertek û nerazîbûna gelê Lubnanê û hikûmeta wê li dijî penaberan zêde bûye û penaber jî ji ber şert û mercên jiyanê yên giran êdî naxwazin li Lubnanê bijîn. Lewre di herdu salên dawî de hejmara penaberên ku dixwazin ji Lubnanê derkevin û xwe bigihîne welatên ewropayê zêde bûne.

Li gorî agahiyên Neteweyên Yekbûyî ji sala 2020 ve 38 kelekên penaberan ku derdora 1500 penaber hildigirtin xwestine ku ji Lubnanê derkevin.