4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Pêwîstî bi piştevaniyeke mezintir heye’

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, ji bo mexdûrên erdhejê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ji bo mexdûrên erdhejê hê bêtir pêwîstî bi piştevaniyê heye.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, der barê karên xwe yên alîkarî û piştevaniya mexdûrên erdhejê de li pêşiya Sendîkaya Petrol-Îş’ê daxuyaniyek da çapemeniyê. Hemû pêkhateyên platformê dema daxuyaniyê amade bûn. Berdevkê platformê Denîz Topkan, daxuyanî da û diyar kir ku 6’ê sibatê yek ji karesatên herî mezin ên dîroka bakurê Kurdistanê ye.

Di daxuyaniyê de Topkan, îşaret bi piştevaniya civakî ya li herêmên erdhejê kir û wiha got: “Li qadeke berfireh hilweşîneke mezin çêbû û bandor li zêdeyî 15 milyon mirovî kir. Ji bo pêçandina birînên vê felaketê pêwîste em piştevaniyê mezintir bikin, her timî bikin. Li binê enqazên li herêmê karên ji bo lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin. Her wiha bi têrkerî bersiv ji pêwîstiyên jiyanî yên stargeh-xwedîkirin-germkirinê yên mexdûrên erdhejê re nehatiye dayin. Di rewşeke bi vî rengî de jî astengî li pêşiya karên alîkariyê yên dilxwaziyê têne danîn ku ev yek ne ya qebûlkirinê ye.”

Di berdewamê de Topkan, diyar kir ku ji bo jiyana erdhejzedeyan bê hêsankirin pêwîstî pê heye ku piştevanî hê bêtir bê mezinkirin û ev tişt got: “Weke pêkhateyên Platforma Demokrasî û Kedê ya Êlihê, ji kêliya destpêkê ve em rabûn ser piyan, me dest bi komkirina alîkariyê kir û bi rêya maseyên krîzê dest bi şandina vê alîkariyê ji bo herêmên erdhejê kir. Belê, ya ku ji destê me hat me kiribe jî êşa ku yên me nekarî bike wê heta dawiya emrê me dewam bike.”

Topkan, herî dawî ev agahî kirin: “Di vê demê de ku em pêwîstiyên li herêmên erdhejê tespît dikin û alîkariyê dişînin, li aliyekî din ve jî ji bo tespîtkirina pêwîstiyên xwişk û birayên me yên ji herêmên erdhejê koçî bajarê me kirine, her wiha ji bo bi wan re eleqedar bibe, me koordînasyoneke nû ava kir.”