spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KODAR’ê piştgiriya ‘Sendîkaya Karkeran’ kir

KODAR’ê bi daxuyaniyeke nivîskî piştgiriya 'Sendîkaya Karkeran’ kir û got ku wê Şoreşa “Jin Jiyan Azadî” li ser rêya demokrasiyê bigihêje azadiyê.

Li Îranê, serhildana ku di meha îlonê de ji ber kuştina jina ciwan a kurd Jîna Emînî dest pê kir û hê jî didome berhem dide. Serhildanê Dewleta Îranê kiriye nav tirseke mezin û di nav civakê de dibe sedema rêxistinbûnê. Di vê çarçoveyê de Sendîkaya Karkeran û Rêxistinên Civakî ya Serbixwe ya Îranê hat damezrandin û rêziknameya wê hat belavkirin. Komelgeha Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), sendîkayê bi kêfweşî pêşwazî kir û piştgiriya xwe ya ji bo sendîkayê bi daxuyaniyekê ragihand û banga mezinkirina şoreşê kir.

Daxuyaniya KODAR’ê bi tevahî wiha ye:

“Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hemû civaka Îranê şiyar kir û li dorî azadî û demokrasiyê kirin yek. Taybetmendiya zanistîkirinê ya vê şoreşê, kir ku hemû xebatên rêxistinên sivîl, bi girse û refên cihê yên civakê re zêdetir bîne ba hev. Ev yekîtî ji bo hemû yekbûyî û girseyên civakî bû hêvî, bi vî rengî di nava dîyalektîka şoreşgerî de pêvajoya şoreşê nas kir û rê zelal kir.

Kêfxweşiya ji ber avakirina sendîkayê

Di vê pêvoyê de ku ji bo civakek azad û demokratîk bê avakirin, mijûlbûna bi avakirina çêkerên nû ve, hinek alî mezhebîtî û cihêtiyê disepînin, dixwazin sîstema navnedîtiyê li ser gelan, refan, rêxistinan pêk bînin, ev yek jî tê wateya binpêkirina mafê tevger, girse û rêxistina cihê. Di vê demê de avakirina ‘Sendîkaya Karkeran û Rêxistinên Civakî yên Serbixwe ya Îranê’ ku ji aliyê komeke pispor, lêkolîner û akademîsyenan ve hate ragihandin û rêziknameya wê hate belavkirin, cihê kêfxweşiyê ye. Ev tevger dikare piştevaniya Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bike.

Rêziknameya sendîkayê girîng e

Şoreşa gel di astekê de ye ku rejîm jê ditirse û serî li kuştin, zindan û êşkenceyê dide ku bikare tine bike, pêşî bigire. Bi rêya hinek alî û çêkerên navendî û antî-demokratîk ketine nava seneryoyan. Bihevrebûna girseyên civakî ya bi çalakiyên şoreşê re, wê pêşiya hinak aliyên xêrnexwaz ên ku dixwazin bi ser serhildanên gelan bigire û bixe di bin kontrola xwe de, bigire. Belavkirina rêziknameyên ku hemû mafên civakê û aliyan bixe kontrolê, çareserkirina pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî, xweza yên jin û gelan pir girîng e. Dema di vî warî de divê rêz li rêziknameya sendîka, saziyên sivîl, akademîsyen û lêkolîneran ve hatî belavkirin bê girtin, bi qasî bê xwestin aliyên demokratîk û cihêreng zêdetir bike.

Şoreş daxwazên civakê li xwe digire

Em Komelgeha Civaka Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) rêz ji vê rêziknameyê re digirin, kar li ser aliyên kêm dimînin bê kirin û ji bo şoreşê bibe destkeftiyeke demokratîk. Ji ber ku heta niha civak li ser bingehê xwe ava nebûye, ji bo wê ye Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne ji jor ve berovajî ji jêr ve ji nava civakê divê bê destekkirin. Şoreşa niha tevgereke ku hemû daxwazên civakê li xwe digire, xwe dispêre vîn, daxwaz û pêşerojê. Ji bo wê ye ku rêziknameyên civakên sivîl û lêkolîneran divê hê bihêztir û çêker be, Ev şoreş û tevgera civakî wê li ser rêya demokrasiyê bigihêje azadiyê.”