17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peyama berdewamkirina kuştinan

Parlamentera HEDEP’ê Çîçek Otlû, diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê bi berdana    kujerê Hrant Dînk Ogun Samast peyama berdewamkirina kuştina kesên din daye.

Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk di 19’ê çileya 2007’an de li navçeya Şîşlî ya Stenbolê dema ku ji rojnameya xwe Agosê derket ji aliyê kujer Ogun Samast ve li ber deriyê rojnameyê hat kuştin. Rojek piştî kuştina Dînk kujer Samast di 20’ê çileye de li otogara Samsûnê hate girtin. Piştre bi angaşta ku zarok e 16 sal û 10 meh ceza lê hat birîn. Di 15’ê mijdarê de bi angaşta “rewşa baş” ji Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê bi şertê kontrola edlî hat berdan.

Di vê pêvajoya ku gelek parastvanên mafên mirovan, rojnameger û siyasetmedar bi awayekî derhiqûqî di girtîgehan de tên girtin û kuştina Dînk hê nehatiye ronîkirin de berdana Samast bû sedema bertekên mezin. Di serî de malbat û dostên Dînk, rêxistinên mafên mirovan û partiyên siyasî yên muxalefeta Tirkiyeyê bi awayekî tund li dijî berdana Samast derketin û cihêkarî û cotstandartiya di pêkanîna înfaza cezayên girtiyên siyasî de bi bîr xistin. Parlametera HEDEP’ê ya Stenbolê Çîçek Otlû ku bi Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan re hat Amedê, der barê berdana Samast de ji rojnameya me re axivî û nirxandinên girîng kirin.

‘Wê kujeran bi kar bînin’

Parlamenter Çîçek Otlû, di destpêka axafatina xwe de diyar kir ku kesên ku weke desthilatê nafikirin desthilata wan ceza dike û di zindanan de dihêle û wiha axivî: “Di encamê de sedsaliya komarê bi dawî bû û sedsala wê ya duyemîn dest pê kir. Faşîzma AKP û MHP’ê kujerên ermeniyan ê weke Samast azad kir û peyama ku stratejiya qirkirina ermeniyan a di sedsala yekemîn de meşand dê di sedsala duyemîn de jî bidomîne da. Wê kesên ku mafên mirovan bin pê dikin, bi kurtasî kesên ku kurd û ermen di komkujiyan re derbas dikin wê bi efûyan azad bikin. Yanî ne tecrîda li Îmraliyê sivik dike û ne jî girtiyên me yên nexweş ji zindanan derdixin û berdana wan talok dike.”

Otlû, destnîşan kir ku desthilat bi berdana Samast peyama ku çawa ermeniyan ji nedîtî ve tê wê kurdan jî wisa ji nedîtî ve bê û wan paşguh bike dide û ev tişt got: “Ji ber vê yekê Fîgen, Gultan, Sabahat û gelek hevlaên me yê din ku li vî welatî azadiya siyasî û wekheviyê dixwazin di zindana de dihêle. Tevî ku piştî 7 sal di girtîgehê de bimînin mafê wan ê qanûnî heye ku werin berdan jî wan bernadin. Di heman demê de paralameter Can Atalay jî divê bê berdan wî bernadin. Berdana wan taloq dikin. Serokê 3’yemîn Daîreya Dadgeha Bilind hewl dide ku tahliyeyên siyasî bisekinîne. Nîşanî me didin ku di sedsala duyemîn a komarê de wê pergale ku cih nedin ermenî û kurdan ava bikin û siyaseta tunebûnê bimeşînin. Wê kujeran her tim weke hêzên mîlîtarist li dijî me bi kar bînin.”

Ji jiyana azad ditirsin

Di berdewamiya axaftina xwe de Otlû, bi lêv kir ku pergal kesên aştiyê dixwazin rehet nahêle û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo aştî li vî welatî pêk were divê têkoşîneke gelekî xurt bê dayîn. Heta ji destê wan tê hewl didin nûnertiya wekhev ji holê rakin. Pergala dewleta mêr bi hewldana tunekirina hemû destkeftiyên jinan hewl dide saziyên mêr biafirîne. Li cîhanê tevgereke jinan a ku pêş dikeve heye. Bi taybet jinên li Îran û Rojhilat ku bi Jîna Emînî dest pê kir û bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ gerdûnî bû û dibêjin ku divê jiyan azad bibe. Rejîma AKP û MHP’ê ditirsin ku bandora jiyana azad li ser kesên derdora wan jî bike û ji ber wê bi dadgehan pêşî li jiyana azad digire. Di dema Rewşa Awarte de ewil saziyên jinan girtin. Ne tenê kujerên Hrant Dînk hemû kesên tiryakfiroş, diz û kujer ji girtîgehan berdan. Li şûna wan hevserokên me girtin û xwest pergala wekheviyê ji holê rakin.”

‘Em ê kuştinan bidomînin’

Otlû, got ku bi girtinên siyasî û berdana kujeran mudaxeleyî aqilê siyasî tê kirin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Hewl didin hemû kesên ku siyaseta demokratîk dimeşînin, maf û hiqûqê diparêzin di zindanan de bihêlin. Bi Sakîne Cansiz re li ser jinên kurd qirkirinên siyasî pir zêde bûn. Em vê yekê weke guleyeke ku li vîna jinê hatiye xistin pênase dikin. Ji ber ku dizanin cihê ku jin û mêr wekhev bin wê rê nedin ku kujer ji girtîgehê bên berdan û rê li siyaseta me bigirin. Bi berdana Ogun Samast re dibêjin, ‘Em ê kuştina kesên weke me nafikirin bidomînin’. Desthilat kesên weke wê nafikirin ceza dike. AKP dixwaze bi Destûra Bingehîn faşîzmê saz bike û kesên weke wê nafikirin bi hêsanî bidarizîne.”