30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Felsefeya Abdullah Ocalan li Kenya deng vedaye

Endamê Yekîtiya Sosyalîstên Şoreşger ê Kenyayê Lewîs Maghanga diyar kir ku qeyranên heyî yên cîhanê ciwan li hev kom kirin û got: “Têkoşîna şoreşa Kurdistanê û şoreşa me dişibe hev. Felsefeya Abdullah Ocalan li Kenya deng veda ye.”

Yekîtiya Ciwanên Cîhanê, di 3-5’ê cotmehê di li Parîsa Fransayê Konferansa Ciwanên Cîhanê  li dar xistin. Tora “Ronahî” û “Ciwan dîrokê dinivîsin” konferans amade kirin. Li seranserê cîhanê zêdeyî 95 rêxistinên ciwanan û zêdetirî 400 aktivîst beşdar bûn. Ciwanan di konferansê de ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan biryara çalakiyan girtin.

Endamê Yekîtiya Sosyalîstên Şoreşger ê Kenyayê Lewîs Maghanga ewil têkildarî xebatên xwe yên li Kenyayê agahî da û wiha got: “Navê min Lewîs Maghanga ye. Ez endamê Yekîtiya/Lîga Sosyalîstên Şoreşger ên Kenyayê me. Ji bo em xwe ji kapîtalîzmê rizgar bikin, em di nava hewldanên cuda de ne. Bi boneya em li dijî pergala heyî zû serbikevin xwe û rêhevalên xwe bi rêxistin dikin. Em bi zanîn û bîrdoziya şoreşê xwe berwerde dikin. Di nava civaka ku em wan bi rêxistin dikin de, bi boneya edaleta civakî pêş bikeve, em tev li kampanyayên cuda dibin. Di nava van kampanyayan de xebatên erzaniya zexîre/xurek, erzankirina perwerdehiya xwendekaran, xwegîhandina ava paqij a civakê, hêzankirina çûn û hatinê, hêsankirina derfetên bicîhbûna xaniyan û xizmeta erzan a tenduristiyê heye. Em bi rêxistinkirina van kampanyayan bêtir bi hêsanî xwe digînin gelê Kenyayê. Têkoşîna di nava gelan de heta îro hatiye dibe ronahî. Ev têkoşîn hemû bi hevve girêdayî ne. Ya herî girîng em wan li dijî kapîtalîzmê bi rêxistin dikin.”

Lewis Maghanga der barê xebatên atolyeyên rêxistinkirinê de jî ev agahî dan: “Em di atolyeyên xwe yên birêxistinkirinê de; têkiliya têkoşîna xwe û têkoşîna kolektif a kurevî ya li dijî emperyalizmê bi hev girê didin. Têkoşînan beramberî hev dikin. Em kampanyayên ku armanc dike manîfestoyên mîlîtarîzma kurevî û erkên emperyalîzmê yên heyî, bi dawî bike; bi rêxistin dikin.”

Ez hêvî dikim ku tifaqên cîhanî yên mayinde ava bikin

Maghanga, heviyên xwe yên bi hevrêyên bi heman fikrê beşdarî Konferansa Ciwanên Cîhanê (World Youth Conferece) bûne re jî anî ziman û wiha axivî. “Ez bi heviya ku bi hevrêyên xwe di qada kurevî de li dijî pirsgirêkên wekî mîlîtarizm, faşîzm, qeyrana avhewayê û pirsgirêkên cudatir re têbikoşim û di qadek berfirehtir de çareserî û teoriyê pêş bixim; beşdarî konferansê bûm. Ez li ser vî esasî hêvî dikim ku em ê di qada cîhanî de bi tevgerên ciwanan re îtîfaqên mayinde ava bikin û bi hevre têbikoşin.”

Qeyranên heyî ciwan li hev kom kir

Lewîs Manhangag da zanîn ku konferansek pir bi bandor bû û wiha lê zêde kir: “Qeyrana birçîbûnê, mîlîtarîzm, edaleta ekolojîk, azadiya jinê û mijarên wekî wan ku Endernasyonalîzm li ser radiweste, bû sedem ku ji cihên pir cuda yên cîhanê, rêhevalên ji milletên din, bên li hev kom bibin. Ev konferans bû sedem ku kesên ji cihên cuda bên cem hev û pratîkên cuda li qadekê bibin yek. Ji bo min ya girîng ew bû ku nerîna Afrika ya di van aliyan de bîne rojeva konferansê. Li ser van bingehan, ji bo ez tev li têkoşîna kolektif bibim û eniyek enternasyonal ava bikim, kelevana min zêde kir.

Li Kenyayê felsefeya Abdullah Ocalan deng vedide

Dema mirov dîroka kolonyalizma Afrîka  û rewşa heyî ya Neo-Kolonyalizmê li ber çavan digire, li Kenyayê di nava Ciwanên Şoreşger de felsefeya Abdullah Ocalan olan dide. Di rojeva ciwanan de ye. Em dibînin ku têkoşîna şoreşa  Kurdistaniyan û têkoşîna şoreşa me dişibin hev. Em di şertên wekî hev ên emperyalist de têkoşînek bi hevre dimeşînin. Ji ber van sedeman em têkoşîna me ya hevpar, wekî berdewama hev dibînin.

Pêwiste ciwan û bi taybetî jinên ciwan, fam bikin ku, di halê heyî de li dijî kapitalizm, emperyalizm, hişmendiya mêrane, faşizm û hemû cureyên bêedaletiyê de, di refên pêş ên têkoşînê de cihê xwe bigirin. Ji bo em karibin vê yekê bikin, divê em teorîya xwe di çalakiyên pratîk xurt bikin. Ji bo jiyanek baştir, divê em hewl bidin gelê xwe jibo têkoşîna rojane zêdetir têxin nava lêhûrbûnê.

Tekoşîna gelan bi hevve girêdayî ye

Dema em vê yekê dikin, li ku dibe bila bibe, emê bi rehetî bibînin ku têkoşîna gelan bi hevve girêdayî ye. Dîsa ji bo em karibin kapîtalizmê di asta  kurevî de hilweşînin, emê bi rehetî bibînin ku pêwistî bi yekîtiya gelan û têkoşîna hevpar heye.

Bi taybetî di navbera rêxistinên Kureya Başûr û Bakur de ji bo em têkoşîna hev baştir fam bikin, divê em bi rêk û pêk bernameyên guhertinê pêk bînin. Sekna me ya di mijara rizgariya jinê de, xwe dispêre nefamkirina rola kapîtalîzma  baviksalarî û civaka çînî. Em rizgariya jinê, wekî şertê sereke yê rizgariya mirovahiyê ya ji mêtîngerî û rizgariya ji zext û zilmê dibînin. Jê wêdetir, em fam dikin ku qeyrana avhewayê berhemê modernîteya kapitalist a ku her diçe ji komkirina karê têr nabe ye. Ji bo em bigêjin edaleta ekolojîk, pêwistî bi  pergalek sosyalist heye.

Divê ciwan di bin baneyê rêxistina guhertinê de cih bigirin

Dema em vê torê xurt bikin, divê em pratikên xwe di xalek hevpar de bikin yek. Ji ber vê sedemê, di qada cîhanê de; pêwiste ku tevgera ciwanên şoreşger ên enternasyonalîst, bi pratîkên makûl ên dikarin bên kirin, hemû ciwanên di eniyên guhertinan ên qada cîhanê de cih digirin, bi rêxistin bikin.

Pêdivî bi çalakiyên gerdûnî û domdar heye

Yekîtiya Ciwan Dîrokê Dinivîsin (Youth Writing History), divê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di qada navneteweyî de bi awayekî hemwext kampanya “Ji Ocalan re Azadî (Freedom for Ocalan!) pêş bixin. Pewiste dest ji çalakiyên lawaz û parçe bê berdan. Pêdivî bi çalakiyên girseyî û domdar ku li hemû cîhanê hemwext pêş bikeve heye. Pêwistî pê heye ku ev çalakî bên rêxistinkirin. Rêxistinên ciwanan ên di nava torê de cih digirin, dikarin van çalakiyan di nava neteweya xwe de bi rêxistin bikin. Yekîtiya Ciwan Dîrokê dinivîsin, divê cih bide tevgerên ciwanên din ku karibin tev li torê û kampanyayan bibin. Her wiha divê karibe berpirsiyariyê jî bide wan.”