7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peyama Hevserokên HEDEP’ê: Berxwedana Kobanê rêya me ronî dike

Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari Roja Kobanê ya Cîhanê li gelê kurd û hemû gelên Cîhanê pîroz kirin û gotin ku berxwedana Kobanê rêya wan ronî dike.

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari bi wesîleya salvegera 9’emîn a 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi zimanê kurdî, tirkî û erebî daxuyaniyek nivîskî weşandin. Her du hevserekan di peyama xwe de Roja Kobanê ya Cîhanê li gelê kurd û hemû gelên Cîhanê pîroz kirin û gotin ku berxwedana Kobanê rêya wan ronî dike.

Tevahiya daxuyaniya hevserokan wiha ye:

“Em remza têkoşîn û ronahiyê Roja Kobaniyê ya Cîhanî Pîroz dikin!

Em di salvegera 9’an de serfiraziya mirovahiyê ya li dijî tarîtiya DAIŞ’ê silav dikin.

Li Tirkiyeyê desthilat dixwaze bi rêya dadgehên ber destê xwe serfiraziya Kobaniyê ya ku têkoşîn û ronahiya hevpar a mirovahiyê ye tune bike. Em careke din soz didin hevalên xwe yên ku di doza Kobaniyê de tên darizandin, em ê têkoşînê mezin bikin.

Em dizanin ku êrişên ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin dewama êrişên DAIŞ’ê ne. Desthilat dixwaze armanca DAIŞ’ê bibe serî. Li Rojava jiyaneke hevpar û demokratîk zîl dide û em ê bi gelên Rojava re piştevaniya xwe bidomînin.

Bi Berxwedana Kobaniyê ya piştgiriya enternasyonalîst a gelên cîhanê îroya me û siberoja me ronî dike. 1’ê Mijdarê Roja Kobaniyê ya Cîhanî di serî de li gelê Kurd û li temamê gelên bindest ên cîhanê pîroz be. #WorldKobaneDay”