7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Muslum: Kobanê bû sembola serkeftinê

Hevserokê PYD’ê Salih Muslum diyar kir ku şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê yê ku 133 rojan bi berxwedaneke destanî dîroka hat nivîsandin û wiha got: “Ji bo me kurdan berxwedaneke dîrokî pêwîst bû. Ev berxwedan jî li Kobanê pêk hat.”

DAIŞ’ê bajarê Kobanê di 2014’an de dorpêç kir. Şervanê Yekîniyên Parastin Gel (YPG), Yekîniyê Parastina Jinan (YPJ) û Hêzên Sûriya Demokrak (HSD) Kobanê li dijî êrîşên DAIŞ’ê parast. Şervanên kurd piştî berxwedana 133 rojan bi temamî Kobanê ji destê DAIŞ’ê xelas kir û Kobanê rizgar kir. Şervanên kurd Kobanê di 26’ê çileya 2015’an de bi temamî ji DAIŞ’ê rizgar kir. Piştî şervanên kurd û yên enternasyonalîst Kobanê rizgar kirin, 1’ê Mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê îlan kirin.

1`ê Mijdarê (Roja Kobanê ya Cîhanê) ku gelên cîhanê ji bo piştevaniya Kobanê daketin qadan, di dîroka Rojhilata Navîn a nûjen de bûyereke dîrokî ye. Di salvegera 9`emîn a rizgarkirina Kobanê û di Roja Kobanê ya Cîhanê de, Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslum nirxandinên girîng kir. Muslum anî ziman ku bajarê Kobanê ji bo gelê kurd cihekî dîrokî û gelek girînge û got: “Kobanê ji bo şerê Rojava û yê kurdan beşeke herî dawî bû. Ji Serêkaniyê heta Efrînê ketibû bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê. Dixwestin ku di wir de bi ser bikevin û nekeve destê kurdan. Şerê dawî yê li Kobanê ji bo me kurdan gelekî girîngiya xwe hebû û hê jî heye. Ev şerê man û nemanê bû. Ew der rûmeta û girîngiya me kurdan bû. Ji wê demê heta niha jî wisa ye. Berxwedaneke dîrokî ji bo me kurdan pêwîstbû. Kurd li Kobanê bi ser ketin. Serkeftina li Kobanê serkeftina  kurdan e. Cara yekem kurd li vir bûn yek û li hev xwedî derketin. Piştgirî dan hev. Ji ber vê yekê jî Kobanê ji bo me girînge. Kurdan yekîtiya xwe li vir nîşan da. Li çar aliyê Kurdistanê hatin û bûn yek.”

DAIŞ amûrê destê Tirkiyeyê bû

Muslum, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku DAIŞ alaveke di destê Tirkiyeyê de bû û ev tişt got: “Ji aliyê Tirkiyeyê ve ji wan re ferman dihat. Digotin ‘pêwîste ku hûn Kobanê ji kurdan bistînin û çembera xwe li wir temam bikin’. Ji ber yekê li ser Kobanê gelekî sekinin. Tirkiye di şer de 6 hezar mirovên xwe winda kir. Ji ber vê yekê şerê li rojavayê Kurdistanê kirine şerê tolhildanê. Armanca AKP-MHP’ê bi giştî li ser tunekirina kurdan e. Dixwazin kurdan tevan tune bikin. Çeteyên weke Cebetil-Nûsra û yên cîhadî hemû şerê kurdan dikirin. Armanca hemûyan jî tune kirina kurdan û valakirina Kurdistanê ye. Xeyalên wan ew bû ku planên Mîsakî-Mîllî misoger bikin. Yanî tişta ku ji wan re girîng bû bi tenê qirkirina kurdan e.”

Hevserokê PYD’ê Salîh Muslum bi lêv kir ku kes ne li benda berxwedaneke wisa bû û wiha dirêj kir: “ “DAIŞ’ê bajarê mezin ên weke Mûsil û bajarên din di rojekê ango çend saetan de xera kirin û dagir kirin. Lê bajarekî weke Kobanê ku kesî nas nedikir, kurdan li dijî DAIŞ’ê berxwedaneke mezin nîşan da. Kurdan li vir DAIŞ têk birin. Berxwedana Kobanê ji bo gelê kurd gelekî wateyên xwe hene. Di berxwedana Kobanê de kurdan yekîtiya xwe nîşandan. Ger ku kurd yekîtiya xwe bidin avakirin dê tu hêz nikaribe piştgiriya wan bişkîne. Wateya dinê jî dema ku teslimiyet hebe dê weke bajarên dinê dê bibe karê saet û rojan. Di vir de alem hemû bibû temaşevan. Lê dema ku mirov rabe mafê xwe yê heqiyê biparêze dê herkes ji mirov re bibe piştek. Hemû kesên ku dibên em mafparêzin dema ku mirov radibe mafê xwe diparêze ew bixwe jî radibin ji te re dibin piştek. Di 1’ê Mijdarê de li 93 dewletan gel derketin kolanan û piştgirî da serkeftina Kobanê. Ev tişt ji bo naskirina gelê kurd gelek girîng bû.”  