3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Roja Kobanê ya Cîhanê li Kobanê bi şahiyekê pîroz kirin

1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Kobanê bi şahiyekê pîroz kirin

Ji bo pîrozkirina 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê girseya gel berê xwe da Kobanê. Bi beşdariya bi sedan kesî ku nûnerên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û pêkhateyên herêmê hebûn, li pêşiya Encûmena Cîbicîkar a Herêma Firatê şahiyek li dar xistin. Di şahiyê de dirûşma ‘Bijî berxwedana Kobanê’ qêriyan.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, birîndarê şer Îsmaîl Mihemed axivî û got: “Xwestin bi wan êrîşan Kobanê ji nexşeyê rakin û her kesên ku doza azadiyê dike, tune bikin. Xwestin gelan hemûyan bikin kole û di wê koletiyê de bihêle. Lê me bi fikir û felsefeya Rêber Apo û bi ruhê neteweya demokratîk ew tarîtiya DAIŞ’ê tune kir û em bi ser ketin.”

Cîgera Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl jî got: “Di sala 2014’an de êrîşekî hovane li ser Kobanê hat kirin. Ew êrîş jî bi destê çeteyên DAIŞ’ê û destekdayîna dewleta tirk pêk hat. Xwestin ku navenda Şoreşa Rojava têk bibin. Lê bi fedayetiya Arîn û hevrêyên wê, me jinûve jiyaneke azad afirand. Êdî me xwe ispat kir ku em Kurd dikarin li hemberî wê tarîtiya reş li ber xwe bidin.”

Hevserokê Şaredariya Navçeya Sirînê Mistefa Mislim jî got: “Me bi ruhê neteweya demokratîk tarîtiya DAIŞ’ê têk bir. Di roja cîhanê ya Kobanê de dîsa em bang dikin ku divê dîsa bi yek destî li hemberî van êrîşên dewleta Tirk a rojane bisekin û helwest nîşan bidin.”

Di şahiyê de stran gotin û dîlan gerandin.