4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Şardan ji ber nûçeya xwe ya darazê hat binçavkirin

Ji ber nûçeya wî ya “Rapora darazê ya Rêxistina Îstixabaratê” polîsan bi ser mala rojnameger û nivîskar’ê T24’ê Tolga Şardan de girt û ew binçav kirin.

Rojnameger û nivîskar’ê T24’ê Tolga Şardan duh bi ser navê “Rapora darazê ya Rêxistina Îstixabaratê” nivîsek nivîsandibû. Şardan, di nivîsa xwe de bal kişandibû ser nelirêtiyên ku di darazê de tên kirin û lêkolîna Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a bi Rêxistina Îstixabaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) ya li dijî vê rewşê. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, ji ber vê nûçeyê der barê Şardan de bi sûcdariya “Agahiyên şaş li gel belav dike” lêpirsîn da destpêkirin.

Li gorî nûçeya ku T24’ê daye di çarçoveya lêpirsînê de polîsan bi ser mala Şardan a li Enqerê de girtiye û ew binçav kiriye. Li gorî nûçeyê, lêgerîna polîsan a li mala Şardan didome.

Her wiha Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jî der barê mijarê de daxuyaniyek da. Serdozgeriyê agahî da ku di çarçoveya lêpirsîna daye destpêkirin de Şardan hatiye binçavkirin.